Li başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin

Di êrişa balafireke bêmirov a Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de, kesek hate kuştin, hin kes jî birîdar bûn.

Li başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin
17 gulan, 2025   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, îro danê sibê balafireke bêmirov a Îsraîlê li devera Wadî Xelîl, li ser rêya Zrarieya -Ebû El Eswed a li başûrê Lubnanê êrişî otomobîlekê kir û di encamê de kesek hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Ajansa Neteweyî ya Nûçeyan a Lubnanê ragihand ku êrişa hewayî rasterast li otombîlê xist û bal kişand ku artêşa Îsraîlê dibêje ku kesê kuştî serkirdeyê Hizbullahê ye.

Piştî êrişê ambulans ber bi cihê bûyerê ve çûn.

ANHA