Rola jinan a di aştiya navxweyî de di komxebatekê de hate gotûbêjkirin

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê aştiya navxweyî de komxebatek li dar xist. Di komxebatê de hate xwestin ku diyalog di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê de were pêşxistin.

Rola jinan a di aştiya navxweyî de di komxebatekê de hate gotûbêjkirin
Rola jinan a di aştiya navxweyî de di komxebatekê de hate gotûbêjkirin
Rola jinan a di aştiya navxweyî de di komxebatekê de hate gotûbêjkirin
Rola jinan a di aştiya navxweyî de di komxebatekê de hate gotûbêjkirin
Rola jinan a di aştiya navxweyî de di komxebatekê de hate gotûbêjkirin
Rola jinan a di aştiya navxweyî de di komxebatekê de hate gotûbêjkirin
Rola jinan a di aştiya navxweyî de di komxebatekê de hate gotûbêjkirin
Rola jinan a di aştiya navxweyî de di komxebatekê de hate gotûbêjkirin
17 gulan, 2025   15:16
HESEKÊ

Nivîsgeha Jinan a MSD`ê li avahiya meclisê ya bajarê Hesekê komxebetek bi navê “Aştiya Navxweyî û Rola Piştî Şer û Pevçûnan” li dar xist.

Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û jinên serbixwe beşdarî komxebatê bûn.

Komxebata ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan a MSD`ê ya Hesekê Reşa ​​El Nezal ve hate birêvebirin û bi axaftina endama Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD′ê Evîn Silêman dest pê kir. Evînê bal kişand ser rola sereke ya jinên Sûriyeyê di pêkanîna aştiya navxweyî de de, û tekez kir ku tevî ku ew bûne qurbaniyên herî diyar ên pevçûnan jî, lê di heman demê de bûne hêzek bi bandor a berxwedanê û parastina tevna civakî de.

Evîn Silêman bal kişand ser girîngiya diyaloga niştimanî weke pêngaveke ku hemû pêkhateyên civakê baweriyê bi hev dikin û bingehên siberojê ava bikin.

Her wiha got: "Aştiya nevxweyî ne armanceke demkî ye, lê belê pêvajoyeke berdewam e ku divê hemû kes, civak, desthilatdarî, civaka sivîl û desgehên medyayê bi hev re bixebitin. Ev erkek e ku piştî pevçûnan dikeve ser milê hemû pêkhateyan. "

Li dû axaftina vekirinê, beşdaran der barê mijarên komxebtê gotûbêj kirin. Beşdaran tekez kir ku rola kesan di avakirina aştiya navxweyî de pir girîng e.divê kes rêzê bidin mafên kesên din, jiyana hevbeş bi hêz bikin û tundî û nefretê nepejirînin. Her wiha tekez kirin ku divê her kes beşdarî biryardanê bibe, ji ber ku ev bingehê avakirina aştiyê ye.

Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin rola medyayê di di pêşvebirina aştiya navxweyî de pir girîng e, ku divê xwe dûrî gotara nefretê bike, çavdêriya desthilatê bike, gendeliyê eşkere bike û peyamên aştiyê belv bike. Beşdar got got ku ev kiryar binyada avakirina dewleta Sûriyeyê li ser bingeha cihêrengiya olî, mezhebî û etnîkî ye.

Komxebat bi erêkirina van pêşniyaran bi dawî bû:

* Pêşxistina diyaloga di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê de ji bo avakirina siberojeke geş.

* Di hemû qadan de bihêzkirina rola jinan ji bo avakirina pirên aştiyê.

* Piştgiriya ciwanan, ji ber ku ew pêşengên avakirina siberoja Sûriyeyê ne.

*  Têkoşîn were kirin ji bo vakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî, nenavendî.

* Redkirina gotara nefretê û belavkirina têgînên lêborîn û aştiyê.

* Misogerkirina beşdarbûna hemû pêkhateyan di avakirina Sûriyeya nû de.

 *Xurtkirina yekitiya nîştimanî.

*  Mafên hemû pêkhateyan di destûra Sûriyeyê de werin bicihkirin.

* Bang li rêxistinên civaka sivîl were kirin ji bo piştgiriya jinan, bi taybetî li gundan.

* Xurtkirina rola Desteya Ol û Baweriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

(k)

ANHA