Li Ebû Dabî parçeyên mûşekekê ketin: 2 kes hatin kuştin

Li Ebû Dabî di encama ketina parçeyên mûşeke balistîk de 2 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Li Ebû Dabî parçeyên mûşekekê ketin: 2 kes hatin kuştin
26 adar, 2026   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Îmaratê îro ragihand ku ji ber ketina parçeyên mûşekek balistîk li Ebî Dabî 2 kes hatin kuştin, 3 kes birîndar bûn û zerar li wesayîtan bû.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Ebû Dabî diyar kir ku pergala parastina hewayî mûşek asteng kirin, lew ra parçeyên wê li kolana Siwêhan ketin. Nivîsgehê piştrast kir ku di bûyerê de 2 kes hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn û zerar gihaştin wesayîtan.

(bb)