Li Bane kolberek din hate qetilkirin

Li ser sînorê Bane di encama gulebarana raste rast ya hêzên rejîma Îranê de Kolberek din hate qetilkirin.

Li Bane kolberek din hate qetilkirin
14 tebax, 2026   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Kolbernews ragihand ku kolberê bi navê Musa Zîbapûr, li sînorê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bêyî were hişyarkirin ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate gulebarankirin. Musa Zîbapûr di encama êrişê de bi giranî birîndar bû û li cihê buyerê jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin ku cenazeyê Musa Zîbapûr, hîna radestî malbatê nehatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Musa Zîbapûr yê xelkê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê û bavê sê zarokan bû. Musa Zîbapûr di sala 2021’an de li sînorê Maşkanî ya ser bi Pîranşarê di êrişa hêzên rejîma Îranê de birîndar bibû.

Li gorî bîlançoya Kolbernews’ê, di sala borî de herî kêm 57 kolber li navçeyên sînor yên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbanî ku 26 hatine qetilkirin û 31 jî birîndar bûne. Ji vê hejmarê 44 buyer di êrişa hêzên rejîma Îranê de qewimîne.