Li bakurê Kurdistanê operasyona dagirkeriyê dewam dikin

Li navçeya Xîzan a Bedlîsê û herêmên Şîrwan Perwarî yên Sêrtê û Elke operasyona dagirkerî didomin.

Li bakurê Kurdistanê operasyona dagirkeriyê dewam dikin
24 hezîran 2024   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN 

Operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk ku 22'ê Hezîranê li herêmeke berfireh a ji navçeya Xîzan a Bedlîsê û navçeyên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê ên bakurê Kurdstanê hate destpêkirin, dewam dike. 

Hate ragihandin ku operasyon li ligundên Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Hûzeran, Giran, Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Desta Ovî, Deşta Kaviltîn û Çiyayê Hêstirê ên Xîzanê û herêmên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê tê meşandin.

Di operasyonê de bi sedan leşker Tirk û cerdevan tevlî bûne, bejahiya gundan û qadên daristanî bi helîkopteran têne bombekirin.

Li gor agahiyan; zozanên Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Deşta Ovî û Deşta Kaviltînê jî hatine qedexekirin. Şêniyên ku ji ber operasyonê nikarin biçin zozanên xwe, wiha gotin: “Ji roja operasyon hatiye destpêkirin heta niha em nikarin kar û barên xwe bikin. Em nikarin miyên xwe bidoşin û biçin zozanan. Bênavber dengê çekan û bombeyan tên. Ev operasyon her sal tên kirin.”

ŞIRNEX

Wezareta Karên Hundirîn ragihandibû ku li bejahiya gundên Melêsê û Hemka û Çiyayê Bermal ên girêdayî navçeya Elkê ya bajarê Şirnexê ya bakurê Kurdastanê operasyona dagirkeriyê dane destpêkirin. Operasyon dewam dike.