Li Efrînê jinek bi îşkenceya çeteyan krîza dil derbas kir
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker îşkence li jinekê û kurê wê kirin. Ji ber îşkenceyê dayikê krîza dil derbas kir.
![Li Efrînê jinek bi îşkenceya çeteyan krîza dil derbas kir](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202406/image_870x_667944d18d9aa.jpg)
Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyekî koma Ehrar El Şerqiye yê bi navê Ebû Omran îşkence li welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Birêm ê ji gundê Kûrra yê bajarê Racoyê kir û gotinên xirab jê re kirin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku dema dayika Mihemed Birêm, Zeyneb Şêxo (85) hewl da kurê xwe ji nav lepê çete xilas bike, çete îşkece li wê jî kir. Çavkanî da zanîn ku di encamê de Zeyenb krîza dil derbas kir.
Zeyneb ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Li gorî çavkaniyan, rewşa Zeyneb giran e.
(bb)