Li Siwêdayê çi qewimî?

Li Siwêdayê piştî şerê duh bi şev ê di navbera hêzên hikumeta Şamê û komeke çekdar de, li ser daxwaza şêniyan agirbesteke demekî hat ragihandin.

Li Siwêdayê çi qewimî?
24 hezîran 2024   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê duh li deriyê bakur ê ketina bajarê Siwêdayê, li nêzî çerxerêya Enqûd bendeke nû ya kontrolê çêkir.

Hêzên Şamê sewqiyateke leşkerî ya mezin ku ji tank û dehan leşkerên "Foca hêzên taybet a 44’an" pêk dihat, li benda kontrolê bi cih kir.

Şêniyên Siwêdayê bertek nîşanî benda kontrolê da û xwestin hêzên Şamê ji benda kontrolê vekişin û bend were rakirin.  Komên çekdar ên xwecih mudaxele kir û şerekî dijwar di navbera wê û hêzên Şamê de qewimî.

Şer li derdora benda kontrolê ya nû, navenda başa îstîxbarata hewayî, avahiya Partiya Baas, bajrokê Qenewat û hin navendên ewlehiyê çêbû. Di şer de  avahiya beşa "Ewlehiya Dewletê" ya li ser rêya Qenewat bi çend moşekan hat topbarankirin.

Di encama şer de de çekdarekî komên xwecih û hejmarek leşkerên Şamê birîndar bûn.

Li gorî maplera Siwêda 24’an,  navbeynkarên şêniyên herêmê daxwaza agirbestê ji koma xwecih kir heta ku diyalog bi saziyên ewlehiyê yên Şamê re pêk were. Navbeynkaran gotin, dê hewl bikin lihevkirinek pêk were ku vekişndina hêzên Şamê ji benda kontrolê ya çerxerêya Enqûd vekişe mîsoger bike. Li ser vê yekê agirbest çêbû.

 Heman malperê diyar kir ku vekişandina hêzên Şamê ji benda kontrolê ya Enqûd daxwaza koma çekdar a xwecih e ku li ser wê îsrar dike.

Li gorî malperê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên ji "Diyalogan agahdar e" girtiye, daxwazî hene ku hêzên Şamê bi garantiya hêzên Rûsyayê ji benda kontrolê vekişin û bendên din di hundirê herêmê de ava nekin.

Çavkaniyekî girêdayî komên çekdar ên xwecih ji Malpera Siwêda 24 re got "Çareseriya ku wê dawî li aloziyê bîne, ew e ku tevahî endamên benda nû ya kontrolê vegerin baregehên xwe. Bersivendana vê daxwazê wê li rê ber şerekî dijwart li çend saetên bê de veke."

Li gorî malpera Siwêda 24, diyalog dê heta çend saetên pêş berdewam dikin, an dê alozî bi vekişîna hêzên Şamê ji benda kontrolê bi encam bibe, an eger hêzên Şamê ji benda kontrolê venekişin hinge dê  herêmî bikeve aloziyeke dijwar.

(bb)