Li Bakur û Tirkiyeyê pîrozbahiyên Newrozê

Li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê agirê Newrozê hat vêxistin û banga, “Em li pişt banga dîrokî ya Rêber Apo ne. Divê azadiya Rêber Apo bê misogerkirin.”

Li Bakur û Tirkiyeyê pîrozbahiyên Newrozê
19 adar, 2025   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê agirê Newrozê hat vêxistin. Di şahiyan de dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin.

COLEMÊRG

Li taxa Orman a navçeya Gevera Colemêrgê agirê Newrozê hat vêxistin. Agirê Newrozê ji aliyê ciwanan ve hat vêxistin. Ciwanan posterên Rêber Apo hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Ciwanên Geverî bi sirûda “Çerxa Şoreşê” heta qeda Newrozê meşiyan. Girseyê li dora agirê Newrozê û li ber stranan govend gerand.

Li navçeyê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin.

EDENE

Li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhan ya Edeneyê jî agirê Newrozê hat vêxistin. Gelek jin û ciwan tevlî şahiya Newrozê bûn. Di şahiyê de bêyî navber dirûşmeyên "Biji Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.

Di şahiyê de jinan cil û bergên bi rengê kesk, zor û zer li xwe kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Di şahiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr axivî û got: “Em li pey ‘Banga Serdemê’ ya Rêber Apo ne. Em hemû gelê vedixwînin şahiya Newrozê ya 23’ê Adarê ya li qada Şanoyê ya Mîmar Sînan bê lidarxistin.”

Hevseroka navçeya Seyhanê ya DEM Partiyê Şefîk Ozbey jî axivî û banga tevlîbûna şahiya Newrozê kir.

STENBOL

Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya DEM Partiyê şahiya Newrozê hat lidarxistin. Gelek jin bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî şahiyê bûn.

Di şahiyê de jinan li erbaneyê xistin û stran gotin. Piştre agirê Newrozê hat vêxistin û li dora agirê Newrozê govend hat gerandin. Di şahiyê de jinan bêyî navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” berz kirin.

ENQERE

Meclîsa Ciwanan Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) ya Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTU) hatin gel hev û li qada basketbol a zanîngehê agirê Newrozê vêxistin. Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Bijî berxwedana jinan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” goveng gerandin.