Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê rewşa awarte hat îlankirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji ber rewşa aloz a li Suriyeyê rewşa awarte îlan kir.

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê rewşa awarte hat îlankirin
8 kanûn, 2024   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya ku têkildarî mijarê hat dayîn de wiha hat gotin: “

“Ji ber rewşa aloz a li tevahiya Sûriyeyê, em bang li gelê xwe, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Cewherî (HPC), hemû sazî, partî, rêxistinên me û hemû keç û kûrên gelê xwe dikin ku li hemberî provokasyonan ji bo parastina gund û bajarên xwe di asta herî bilind de baldar bin. Divê ew di hişyariya giştî de bin.”