Hikûmeta Şamê ket

Komên dijberî rejîma Baas şevê din bajarên Humus û Şamê jî kontrol kirin. Bi vî rengî Hikûmeta Şamê ya bi pêşengiya Beşar Esad ket.

Hikûmeta Şamê ket
8 kanûn, 2024   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Suriyeyê ji 27’ê Mijdarê (2024) ve geşedanên pir bi lez û aloz heye. Komên dijberî rejîma Baas di nava 12 rojan de bajarên Heleb, Hema, Humus, Dera, Siweyda û herî dawî jî paytex Şam bi dest xistin. 

Bi vî rengî Hikûmeta Şamê ya bi pêşengiya Beşar Esat ket.

Rewşa bajarên Tertus û Latkiye ku hîn tu kom neketinê û baregehên Rusyayê li wan deran hene, nediyar e.