Elîf Berk: Bi pêşxistina birêxistinbûna jinan asta xweparastinê bilind dibe

Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk destnîşan kir ku koka çanda tecawiza li dijî jinan digihêje derketina desthilatdarî, hiyeraşî û hişmendiya milk. Divê di hêla îdeolojîk û sazîbûnê de li hember vê çandê jin tê bikoşin.

Elîf Berk: Bi pêşxistina birêxistinbûna jinan asta xweparastinê bilind dibe
6 hezîran, 2025   06:25
QAMIŞLO

Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk, di hevpeyvîna li gel ajansa me de li ser çanda tecawizê, pergala baviksalar û rêbazên berxwedanê axivî.

Endama Akademiya Jineolojî Elîf Berk li ser têkiliya çanda tecawizê û pergala baviksalar got: “Dema em dibêjin tecawiz, wiha tê fêmkirin ku yekser di milê qaba de tecawiz dikin, bê guman wê jî di nava xwe de dihewîne. Rojane bi sedan jin ji aliyê zilaman ve rastî îstîsmara cinsî û tecawizê tên. Lê dema em dibêjin çanda tecawizê, em behsa tiştekî berfirehtir dikin; bûye çandek û tiştekî rojane. Çanda tecawizê bingeha xwe ji milkkirina jinan digire, milkkirina jinan bandora xwe li ser têkiliyên din jî dike û bi vî rengî dewam dike. Peyva tecawizê bi zimanê erebî derbaskirina sînor e, dema mirov sînor derbas bike, ev tê eê wateyê ku ew îradeya kesê/a li hemberî xwe nas nake û îtîrafê pê nake, îradeya wî/wê kesî dişikîne.”

‘ÇANDA TECAWIZÊ JI HIŞMENDIYA MILKDARÎ Û DESTHILATDARIYÊ TÊ’

Elîf Berk got di roja me ya îro de hema bêje îradeya jinan nayê naskirin, jin di bin gotinên bav, bira û hevjînên xwe de ne. Di civakê de îradeya jinan tê derbaskirin û ji jinan re sînor tên danîn. Elîfê diyar kir ku rojane jin ji hêla zilaman ve ji aliyê cinsî, derûnî û aborî ve rastî her cure tundiyê tên û êdî tecawiz bûye bûye karekter û got: “Ji ber vê yekê Rêber Apo jî ev wek çanda ku divê bê hilweşandin û guhertin, ne çanda ku em qebûl bikin û pê re bijîn, îfade kiriye. Koka ku ev çand jê hatiye em dikarin bigihînin derketina desthildariyê, hiyeraşî û hişmendiya milkdariyê.”

Elîf Berk diyar kir ku dîroka baviksalariyê bi tevahî li ser şîdetê hatiye avakirin û wiha dom da axaftina xwe: “Baviksalariyê bi çanda tecawizê xwe saz kir, di sazkirina xwe de tundî wek amûreke herî bikêrhatî bi kar anî. Bi tundî û zordariyê jin mecbûrî qebûlkirinê kirin. Jinên ku xwestin sînorên ku ji wan re hatibûn danîn rakin, ew jin tune kirin, xistin zindanan û biçûk xistin. Bi rûmeta wan lîstin û asta qîmeta wan di nava civakê de xistin; bi vî rengî em dikarin bêjin ev sazîbûyîn û biçûkxistina nirxê jinan, li gel hev tên meşandin. Beriya avakirina dewletên modern ev yek di qanûnên Sumeran û Hemûrabî de derdiketin û heta roj îro hatine.

Em dibînin ku ji destpêkê de hebûna jin û mêran di aliyê maf û ceza de ne ew qas ji hev cuda ye, lê her ku diçe em dibînin di van qanûnan de mafên jinan ji yên zilman kêmtir in; heke tawanek hebe, cezayê jinan ji yê zilaman girantir e.”

‘DÎROKA BAVIKSALARIYÊ LI SER ŞÎDETÊ HATIYE AVAKIRIN’

Elîf Berk wiha pê de çû: “Heke em behsa mîrasê bikin, bi rêya qanûnan mafê jinan ji yê zilaman kêmtir hatiye dayîn. Li kêleka vê yekê berê perestgeh hatine avakirin, jinên rahib ku berê di asta xwedawendan de rola xwe dilîst û civak derdora wan kom dibû, me dît hêdî hêdî qonaxên wan di nava perestgehê de daket û rahibeyên wê demê guhertin û kirin jinên ku fahîşetiyê dikin.

Bi vî rengî di aliyê olî û pîroziyê de jî em dibînin ku her ku diçe sînorên jinan tên tengkirin, jin zêdetir tên sînordarkirin. Rola zilaman zêdetir diyar dibe û dema ku zilam rola xwe diyar dike jî, li vir rola jinan anku nirxê ku ji bo jinan tê dayîn biçûk dixe û sînordar dike, êdî hebûn û nirxê jinan wekî namûs tê dîtin.

Ev namûs jî di aliyê zayendbûyîna jin tê sînordarkirin, şeref û namûsa zilamekî an malbatekî dibe bedenê wê jinan. Sînorê jin ji cîhanê ber bi mal, qesir û perestgehên xwe piştre ber bi laşê xwe tê sînordarkirin. Pênaseya tecawizê jî di qanûnên modern de tenê dema mudaxeleyê bedena jinekê bê kirin dibe tecawiz.”

Elîf Berk bal kişand ser qonaxên mîtolojîk û teolojîk û diyar kir ku şikestina mezin a yekem û duyemîn a jinan bi olên yekxwedayî dest pê dike û heta roja me ya îro berdewam dike. Elîfê wiha domand: “Dema em tên qonaxa kapîtalîzmê, êdî ji por heta bi neynûkan mudaxeleyî jinan dikin, jin nikarin li gorî xwe tev bigerin û bibin xwe, her dem mecbûr dimînin li gorî civak, zilam û sîstemê tev bigerin.”

ÇANDA SATÎ

Elîf Berk axaftina xwe wiha domand: “Çîroka jinan a ji asta xwedawendiyê ber bi ya malê ve jî, Rêbertî wekî çîroka bûyîn û çêbûyîna jinan îfade dike. Gotineke Sîmon Beauvoir heye; ‘Mirov wek jin nayê dinyayê, lê dibe jin`. Tundiya herî mezin, em dikarin bêjin tundiya îdeolojîk e, tundiya aborî, fîzîkî, dernûnî hene, divê em tundiya zîhnî zêde bikin, ji ber ku bi tundiya îdeolojîk êdî jin ji xwe derdikeve û dibe pêveka zilam. Mînak li Hindistanê wiha derdikeve ku dema hevjînê jinekê dimire ew jin, li gorî wan heke jineke bi namûs be, divê piştî zilamê xwe, xwe bikuje; ji vê re dibêjin Çanda Satî.

Em dibînin ku di erdîngariya me de jî gelek wêneyên wê çandê derdikevin û ew Çanda Satî heye, mînak heke hevjîna zilamekî wefat kir, ew ji xwe re jiyeneke nû çêdike, lê heke jin hevjînê wê jiyana xwe ji dest bide, nema dikare jiyana xwe bidomîne, nikare bi rehetî derkeve derve û her dem çav li ser wê jinan e ku çawa tev bigere, di çanda me de mixabin ev jî heye, dema hevjînê jinekê jiyana xwe ji dest bide, wê didin birayê hevjînê wê, ev heye û li hinek deveran pêk tê.

Li cem jinên ciwan jî ev heye, li gorî daxwaza hezkirî û hevjînê xwe tev digerin, cilan li xwe dikin, dibin siya zilaman; ew bûyîna sî ji bo hinek jinan dibe serbilindahiyek. Pênaseya jina baş di zîhniyeta baviksalarî de ya ku zilamê xwe guhdar dike ye û ji sînorên xwe dernakeve, dibe ku yên hinekan sînorên wan fireh be û yên hineka dîtir teng be, lê li gorî wê hişmendiyê ya girîng ew e ku divê jin sînorên ku jê re hatine dayîn, derbas neke.”

Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk diyar kir ku rewşa heyî pir giran e. Ji ber ku di milekî de bi awayekî çors jin tên qetilkirin, rastî tecawizê û şîdeta cinsî tên. Di mileke din de jî jin tên tunekirin û qadên wan tên tunekirin. Bêyî ku bikevin ferqê dibin siya zilamê tê meşandin û wiha got: “Têkoşîna li dijî çanda tecawizê divê di hêla îdeolojîk û sazîbûnê be, divê em xwe bi çek û hêz bikin, bikevin ferqê. Em bikarin hêza serî rakirinê ji xwe re peyda bikin, ev bi rêbazê nîqaş û perwerdeyê, bi rêbazê li ser xwe lêhûrbînkirinê pêk tê. Di aliyê sazîbûyîna de jî divê jin bikare xwe bispêre sazîbûyînê û bikare xwe di nav de bihewîne. Têkoşîna jiyanî bi xwe re tedbîrên jiyanî tîne ziman, divê bi rêya pêşxistina rêxistinên jinan asta xweparastinê bilind bibe. Sazîbûyîn dihêle ku piştgirî di nava jinan de ava bibe, saziyên jinan dihêle ew hişmendiya ku dibêje em jin bi tenê ne ji holê bê rakirin.

‘DIVÊ EM SAZÎ XWE BIDIN NASÎN’

Saziyên ku mafê jinan diparêzin hene, lê tenê hebûna wan têrê nake. Divê em sazî xwe bidin nasîn û her jin bizane ev sazî hene. Bila civak jî bizane ku dema li derdora wan şaşiyeke li jinekê hate kirin, cihek heye ku dikarin îşaretê pê bikin.”

Elîf Berk herî dawî bal kişand ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê û wiha got: “Di şoreşa Rojava de malên jinan hatin avakirin, ew mal çi qasî li her deverê bên belavkirin, ew qas dibin dest û baskên jinan; ew qas dibin dest û baskên civakê jî. Di aliyê qanûnî de divê sazîbûnek çêbe, di milê dibistanan de ji zarokan re ders û rêbazên cur bi cur bên bikaranîn, zarok bikevin ferqê û zayendperestiyê bibînin û fêrî malbatên xwe bikin. Divê bi rêya ragihandinê jî baldariyeke bê çêkirin û mirov ji bo guhertinê li ser bifikire.”

ANHA