Li bajarên Cizîrê daxwazên perwerdeya bi zimanê Kurdî

Xwendekar û şêniyên bajarên Qamişlo, Dêrik û Çilaxa di çalakiyên li hemberî biryara têkildarî zimanê Kurdî û perwerdeyê de daxwaza berfirehkirina fêrkirina bi zimanê Kurdî di qada perwerdeyê kir, zimanê Kurdî li kêlek zimanê Erebî bibe zimaneke neteweyî di materyal û hemû qonaxên xwendinê de.

Li bajarên Cizîrê daxwazên perwerdeya bi zimanê Kurdî
Li bajarên Cizîrê daxwazên perwerdeya bi zimanê Kurdî
Li bajarên Cizîrê daxwazên perwerdeya bi zimanê Kurdî
Li bajarên Cizîrê daxwazên perwerdeya bi zimanê Kurdî
Li bajarên Cizîrê daxwazên perwerdeya bi zimanê Kurdî
Li bajarên Cizîrê daxwazên perwerdeya bi zimanê Kurdî
Li bajarên Cizîrê daxwazên perwerdeya bi zimanê Kurdî
Li bajarên Cizîrê daxwazên perwerdeya bi zimanê Kurdî
Li bajarên Cizîrê daxwazên perwerdeya bi zimanê Kurdî
Li bajarên Cizîrê daxwazên perwerdeya bi zimanê Kurdî
31 tebax, 2026   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Qamişlo, Dêrik û Çilaxa yên herêma Cizîrê, ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê (2068/964) ya danîna 3 dersan di hefteyê de ji bo dersa zimanê Kurdî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxwaz hat kirin ku qada fêrkirina bi zimanê Kurdî bê berfirehkirin, ew li kêlek zimanê Erebî, bibe zimaneke esasî û niştîmanî di materyal û saziyên perewrdeyê. 

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişloyê xwendekarên Zanîngeha Rojava li pêşiya avahiya zanîngehê ya li Qamişloyê çalakiyeke protestokirinê bi amadebûna bi dehan xwendekar û mamosteyan orgenîze kir. Di çalakiyê de Mamosteyê Zanîngeha Rojava Delîl Doxan daxuyanî xwend.

Delîl Doxan da zanîn ku ew vê biryarê qebûl nakin, ev biryar mafê wan ê çandî û zimanî winda dike. Ev biryar wan ji xwendina bi zimanê dayîkê ku 12 salan pê fêr bûne qut dike, ev bi kiryarên paşguhkirinê û derketina li hemberî Kurdan bi awayeke birêxistinkirî pêk tê, ev yek rê li pêşiya pêşketina zimanê wan digire.

Delîl Doxan diyar kir ku ji sala 2014`an ve Kurd li Rojava bi zimanê xwe fêr dibin, ev yek diyar dike ku tecrubeya pirrengiya zimanî dikare li Sûriyeyê û Rojava pêk were. Piştî derketina biryarnameya hejmara 13`an a ji hêla serokê hikumeta veguhêz ve, ku dibêje zimanê Kurdî zimaneke neteweyî ye, lê Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê zimanê Kurdî weke zimanekî biyanî dibîne.

Delîl Doxan bang kir ku aliyên peywendîdar divê serxwebûyîna zimanî biparêzin û ji biryara xwe vegerin.

DÊRIK

Li Dêrikê xwendekar û şêniyan daxuyaniyek dan, daxuyanî ji hêla jina Ciwan Stêrvan Osman ve bi amadebûna şênî û xwendekaran hat xwendin.

Di daxuyaniyê de biryara wezaretê hat şermezarkirin û biryar hat redkirin. Hat diyarkirin ku li Rojava bi sala ye zimanê Kurdî beşeke sereke û girîng a perwerde, pêşketina akademîk a xwendekara ye. Perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo fêmkirinê esaseke. Tenê dayîna 3 saetan di hefteyê de zirarê li xwendekarên ku bi zimanê xwe yê dayîkê fêrdibin dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew daxwaza pergaleke perwerdeyê ku zimanê Kurdî û Erebî, di nav de bi awayeke wekhev were dayîn dike. Perwerdeya bi zimanê dayîkê ne tenê daxwazeke çandî, ew beşek ji mafê me yê perwerdeyê ye.

ÇILAXA

Li bajarê Çilaxa şêniyên bajêr li dibistana Zagros bi amadebûna şêniyên bajêr û bajarokên girêdayî wê, malbatên şehîdan û nûnerên partiyên Kurdî çalakiyeke protestokirinê li dar xist.

Di çalakiyê de beşdarvanan pankartên bi nivîsa “Zimanê me rûmeta me ye, zimanê me hebûna me ye” û “Zimanê Kurdî mafê me yê siyasî û destûrî ye” rakiribûn.

Di çalakiyê de daxuyaniyek ji hêla mamoste Henîfa Silêman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de biryara dayîna 3 dersan di hefteyekê de hat redkirin, hat diyarkirin ku zimanê Kurdî ne tenê wesîleya danûstendinê, ew cewherê nasnameya çandî, civakî û dîrokî ya gelê Kurd e, perwerdeya bi zimanê Kurdî û axaftina bi zimanê Kurdî mafeke rewa ye wekî mafê hemû gelên li Sûriyeyê ye.

Di daxuyaniyê de daxwaza ji hikumeta veguhêz hat kirin ku ji vê biryarê vegere û careke din vê biryarê sererast bike, divê zimanê Kurdî li kêlek zimanê Erebî bibe zimaneke neteweyî li Sûriyeyê, divê derbasî hemû materyalên dibistanan û qonaxên xwendinê bibe.

(sb)

ANHA