Li Amûdê û Hesekê 195 Şehîdên azadiyê hatin bîranîn

Şêniyên bajarên Amûdê û Hesekê 195 Gerîlayên şehîd ên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad (YJA-STAR) ku vê dawiyê nsnameyên wan hatin eşkerekirin, bi bîr anîn.

31 tebax, 2026   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, Meclîsên Malbatên Şehîdan li bajarên Amûdê û Hesekê merasîmên bîranînê ji bo 195 şervanên HPG`ê û YJA-STAR`ê ku vê dawiyê nsnameyên wan hatin eşkerekirin, li dar xistin.

Li Amûdê, merasîm bi beşdariya şênî û nûnerên saziyên sivîl bi deqeyek rêzgitinê dest pê kir.

Piştre endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hesen Walat axivî û diyar kir ku gelê Kurd li ser sînorên qirkirin û asîmîlasyonê jiyaye, lê bi saya berxwedan û têkoşîna şervanên azadiyê, doza Kurd ji qada tunekirinê ber bi qada têkoşîn û hebûnê ve bilind bûye.

Endama Kongra Star, Nisrîn Başo jî behsa rola mezin a şehîdan di misogerkirina jiyanek azad û parstina doza Kurd de kir.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk, Mezher Şêxo behsa hesasiyeta qonaxa dîrokî ya heyî kir, ku ji ber fedakariya van şervanên wêrek derketiye holê. Her wiha banga têgihîştineke kûr a vê qonaxê kir da ku van destkeftiyan biparêzin û têkoşînê bi awayekî ku civak, çand û nasnameya wê biparêze, rêve bibin.

Bîranîn bi pêşandana sînevizyona li ser şehîdên ku nasnameyên wan vê dawiyê hatine eşkerekirin bi dawî bû.

Li bajarê Hesekê, merasîmek bîranînê li Navenda Hilal Zerîn a li navenda bajêr hate lidarxistin û bi dehan şênî û xizmên şehîdan beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre dayikên şehîdan mûm ji bo bîranîna wan vêxistin.

Ji rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  Cahid Hesen , axivî û behsa qurbaniyên tevgera azadiyê ji sala 1975`an heta roja îro her wih qonaxek nû ya têkoşîna siyasî li bakurê Kurdistanê kir.

Hesen diyar kir ku destkeftiyên ku hatine bidestxistin encama qurbanî û têkoşîna şehîdan in û ji bo parastina wan divê xebata ji bo doza Kurd berdewam bike.

Merasîm li Hesekê bi pêşandana sînevizyona li ser 195 şehîdan bi dawî bû.

(k)

ANHA