Pirsgirêka pereyên nû li parêzgeha Hesekê mezin bûye, mazot jî qutkirine

Li parêzgeha Hesekê ji ber kêmbûna pereyên nû û sotemeniyê şert û mercên jiyanê û xizmetguzarî xirabtir dibin. Şênî daxwaza dabînkirina pereyên nû û hem jî sotemeniyê dikin. 

Pirsgirêka pereyên nû li parêzgeha Hesekê mezin bûye, mazot jî qutkirine
31 tebax, 2026   13:20
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Pereyên nû yên Sûriyeyê li bazarên parêzgeha Hesekê peyda nabe, vê yekê bandor li ser jiyana welatiyan û pêdiviyên wan ên xizmetguzariyê kiriye. Di vê rewşê de welatî neçarin ku pereyên kevn ên Sûriyeyê bi kar bînin.

NAN QUTKIRIN

Gerînendeya Aşan a Parêzgeha Hesekê êdî qebûlnekir ku ard bi pereyên kevn bide firinan, ji ber vê yekê firinên parêzgeha Hesekê rawestiyan û nan li ser gel qut bû.

 Li bajarê Hesekê, Qamişloyê, Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê û Til Temir welatî neçar diman bi saetan li benda dora xwe bin heyanî nan bigirin an jî nan ji firinên siyahî bikirin.

XELK ZIYANÊ DIBÎNE

Pereyên nû li bazarên parêzgeha Hesekê nînin û welatî neçar dimînin ku biçin navendên pevguhertina pereyan û pereyên xwe bugherînin. Navendên pevguhertina pereyan dema ku pereyên kevn diguherînin û yên nû didin, pere ji welatiyan qut dikin û wiha pereyên nû didin wan.

MAZOT JÎ QUT KIRINE

Li parêzgeha Hesekê pirsgirêk ne tenê ya nan û pereyên nû ye, mazot jî qutkirine. Mazotê nadin ajoker û xwediyên jeneratoran, kirya erebeyan biha bûye û elektirîkê li ser welatiyan qut dikin. Dema ku elektirîkê qut dikin êdî welatî nema dikarin ava xwe bigirin.

DAXWAZÊN GEL ÇI NE?

Şêniyên parêzgeha Hesekê ji hikûmeta demkî daxwaz dikin ku pereyên nû bînin bazarên parêzgeha Hesekê, mazota ajoker û xwediyên jeneratoran bidin da ku pirsgirêkên wan ên xizmetguzariyê werin çareserkirin.

(np)

ANHA