Li bajarê Kerama konferansa komînan hate lidarxistin

Li bajarê Kerama yê kantona Reqayê konferansa yekemîn a komînan hat lidarxistin. Di konferansê de girîngiya aktîfkirina tevahî komîteyên komînan hat vegotin.

15 mijdar, 2025   18:10
REQA

Bi dirûşma "Komîn şaneya bingehîn a pêşxistina civaka demokratîk e" konferansa yekemîn a komînên bajarê Kerama yê gundewarê kantona Reqayê hat lidarxistin. Di konferansê de endamên komînan û saziyên civaka sivîl ên bajar û gundewarê kantonê, hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Mişlib El Tirkan, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Sûriyeya Pêşerojê beşdar bûn.

Di konferansê de Mişlib El Tirkan diyar kir ku komîn kevirê bingehîn ê avakirina civakê ye got: "Ji bo avakirina civakeke hîn bêtir rêxistinkirî û  ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzariyê gereke komîteyên komînan werin aktîfkirin."

Piştre Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk Fehîma El Casim nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê komînan û rola wan di civakê de xwendin.

Paşê bendên girêdayî komînan ên hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser hatin xwendin.  Beşdaran jî awayên pêkanîna bendan nîqaş kirin û bal kişandin ser girîngiya avakirina komîteyên komînan bi hevkariya saziyên Rêvberiya Xweser. Her wiha girîngiya pêşxistina rola jinan di hemû astan de vegotin.

Beşdaran de girîngiya birêxistinkirina komînan di hemû taxan de destnîşan kir û wekî pira di navbera şêniyan û hemû saziyên Rêveberiya Xweser de şîrove kirin.

Konferansa bi çend biryar û pêşniyaran bi dawî bû:

1- Aktîvkirina karê komînan li gorî hevpeymana civakî û pêkanîna biryarnameya Meclisa Gelan a Demokratîk a ku roja Şemiyê weke roja komînan destnîşan kiriye.

2- Avakirina komîteyên komînan bi hevkariya Saziyên Rêveberiya Xweser û çalakirina rola jinan.

3- Berdewamkirina xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abullah Ocalan .

4-Ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê pişgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlehiya Hundirîn.

Di rojên pêş de dê li tevahî bajar û bajarokên kantonê konferansên komînan werin lidarxistin.

(ac)

ANHA