Ji bo pênasekirina pirsgirêkên jinan semîner hatin dayîn

TEV-DEM a Helebê û Kongra Star a Dirbêsiyê li ser hişyarîkirina der barê pirsgirêkên jinan de 2 perwerde ji zilaman re û semînerek dan. Armanc ew e ku asta zanabûnê li ser pirsgirêkên jinan were pêşxistin û rola zilaman di têkoşîna li dijî tundiyê de were xurtkirin.

15 mijdar, 2025   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê re (25'ê Mijdarê), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Helebê û Kongra Star a Dirbêsiyê 2 perwerde ji zilaman re û semînerek li ser tundiya li ser jinan û rêbazên bidawîkirina wê, dan.

Di serî de rêvebera Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya Dêrikê Sîham Dawûd li ser rola jinan di hemû aliyên civakî, siyasî û leşkerî de axivî û got ku bi hişmendiya rizgariya jinan welat tên avakirin, ewlehî û jiyana hevbeş tên pêkanîn.

Sîham Dawûd diyar kir ku divê zilam jî di têkoşîna li dijî tundiyê de cih bigirin û got ku jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê rêxistinbûna xwe ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan girtine.

Di dawiya semînerê de girîngî bi domandina têkoşînê ji bo pênasekirina tundiya li ser jinan û xurtkirina rêbazên wê têkoşînê û misogerkirina mafên jinan, hat dayîn.

HELEB

Girêdayî wê, TEV-DEM a Helebê perwerdeyek ji endamên yekitiyên xwe re li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd vekir. Di perwerdeyê de 15 endam beşdar bûn û perwerde 3 rojan, rojane 6 saetan didome. Di roja yekê de mijara zayendperestî tê dayîn.

Perwerde rojane saet di 9'ê sibehê de dest pê dike. Tê de mijara perwerdeyê û mîhwerên wê bi berfirehî tên şîrovekirin. Perwerde ji aliyê rêvebera Akademiya Civaka Demokratîk Zelûx Şêxo ve tê dayîn.

Zelûx Şêxo diyar kir ku zayendperestî sedema aloziyên pêşîn ên dîrokê ye û ev zayendperestî xwedî gelek şêweyan e bandorê li herdu zayendan dike û wiha domand: "Lê ya herî zêde zirarê dibîne ew in jinên ku rola wan tê paşguhkirin."

Di perwerdeyê de nîqaşên berfireh di nav beşdaran de çêbûn. Piraniya wan girîngî bi wê yekê da ku civaka xwezayî rola her zayendekê diyar dike û herdu zayend ji bo domdariyê hevdu temam dikin.

Her wiha, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya TEV-DEM'ê sînevîzyonek li ser têkoşîna jinan a li dijî hişmendiya desthilatdar pêşkêş kir.

Sînevîzyon li 3 dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweser dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a taxa Şêxmeqsûd, dibistana Şehîd Cûdî Amanos a Eşrefiyê û dibistana Şehîd Avaşîn Demhat a herêma Şiqeyêf hatin pêşandan.

Li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê Kongra Star perwerdeyek ji zilaman re di heman çarçoveyê de vekir. Perwerde dê 3 rojan li navenda TEV-DEM'ê bidome.

Di perwerdeyê de bi dehan zilamên ji sazî û meclisên bajêr beşdar bûn.

Di roja yekê de ders li ser qanûn û mafên jinan hat dayîn.

Aramanc ji perwerdeyê xurtkirina rola zilaman di rûniştandina wekheviyê û pêşxistina zanabûna di vî warî de heye.

(mh)

ANHA

DÊRIK

HESEKÊ