Îsraîl 15 cenazeyên Filistîniyan radestî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê kir

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê 15 cenazeyên Filistîniyan ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve bi rêya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) hatibûn radestkirin, wergirt, bi vî awayî hejmara giştî ya cenazeyên wergirtî gihîşt 330`an.

Îsraîl 15 cenazeyên Filistîniyan radestî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê kir
15 mijdar, 2025   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê îro ragihand ku 15 cenazeyên din ên Filistîniyan ji aliyê Îsraîlê ve bi rêya ICRC hatine radestkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê diyar kir ku hejmara giştî ya cenazeyên Filistînî yên hatine radestkirin gihîştiye 330`an.

Hemasê di 13`ê Mijdarê de 20 dîlên Îsraîlê yên mayî berdan û paşê jî çend cenazeyên dîlan radest kir.

(k)