Li bajarê Hacînê inîsiyatîfa jîngehî

Şêniyên bajarê Hecînê yê rojhilatê kantona Dêrazorê ji bedewkirina bajarê xwe dest bi boyaxkirina peyare û çandina daran li gelek deveran kirin.

Li bajarê Hacînê inîsiyatîfa jîngehî
Li bajarê Hacînê inîsiyatîfa jîngehî
Li bajarê Hacînê inîsiyatîfa jîngehî
Li bajarê Hacînê inîsiyatîfa jîngehî
Li bajarê Hacînê inîsiyatîfa jîngehî
20 tîrmeh, 2025   17:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Hecînê bi hevkariya rêxistina "Kîwardî", însiyatîfeke jîngehî ya dilxwazî dest pê kir. Şardariya Gel a bajêr jî tev li vê însiyatîfê bûye.  

Li gorî însiyatîfê, şêniyan peyare bi reng û wêneyên ji çanda xwecih û xwezayê xemilandin, 20 darên cuda li parkên giştî û li kêleka rêyan çandin.

Ji bo piştgiriya paqijî û domdariyê, hawiyeyên çopê li gelek cihan hatin belavkirin da ku niştecih teşwîq bikin ku paqijiya bajêr biparêzin.

Di çarçoveya vê însiyatîfê de, navîna rêya giştî û çerxerêya sereke, hatin boyaxkirin. Ev însiyatîf giyanê hevkariya civakî nîşan dide. Gelek şêniyên tev li însiyatîfê bûne, gotin însiyatîfê di xurtkirina dilsoziya civakî û pêşxistina kalîteya jiyanê di bajêr de, rolek lîst.

Li gorî organîzatorên însiyatîfê, însiyatîfên bi vî rengî wê li herêmên din bi awayekî asayî jî werin destpêkirin. Ji bo ku ev însiyatîf mayende bin, dê girîngiyê bidin bernameyên hişyarkirinê yên jîngehî, dibistanan û saziyên Rêveberiya Xweser tev li van însiyatîfan werin kirin.

(ac-şx)

ANHA