SOHR: Çima El Şeri niha wergirtina rapora komkujiyên Peravê radigihîne?

Ehmed El Şeri rapora komkujiyên peravê Sûriyeyê wergirt. Di heman demê de SOHR`ê got guman li ser wexta wê heye û bi rêya wê hewl dide balê ji ser komkujiyên li Siwêdayê bikişîne.  

SOHR: Çima El Şeri niha wergirtina rapora komkujiyên Peravê radigihîne?
20 tîrmeh, 2025   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ehmed El Şari ji komîsyona lêkolînkirina rastiyan a serbixwe ya neteweyî rapora dawî ya bûyerên Adara borî li peravên Sûriyeyê qewimîne, wergirt.

El Şeri di civîneke çapemeniyê de ragihand ku komîte ji bo dabînkirina pêvajoyeke durist, ewle ji Sûriyeyê re, dûrî binpêkirinan an jî tepeserkirina rastiyan hatiye avakirin. El Şeri destnîşan kir ku encamên raporê dê bi hûrgulî werin nixandin ji bo ku li gorî wê  li ser bingeha rêgezên rastiyê, edaletê û rûmeta mexdûra û ji bo misogerkirina hesabpirsînê û rê li ber dubarekirina wan sûcan were girtin, gavên pêwîst werin avêtin.

Lê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) gumanên wî li ser wexta wergirtina raporê hene ku got: “Rapora encamên lêpirsînên der barê komkujiyên peravê de 10`ê Tîrmehê hatiye radestkirin. Lê çima îro ragihandina wê tê kirin? Wexta wê gelek gumanan derdixe pêş û xuyaye ku ew dixwazin, sûcên li Siwêdayê yên ku aşkera dibin, werin tepesandin.”

Hêjayî gotinê ye ku bûyerên li Siwêdayê di aliyê mirovî û ewlehiyê de, bi lez pêş dikevin. Hemwextî wê bangewaziyên vekirina lêpirsînên serbixwe der barê sûcên li dijî bi sedan sivîlan di van çend rojên dawîn de hatine kirin, zêdetir dibin.  

(ac-şx)

ANHA