Li Anversê li dijî Kurdên çalakî dikirin êrişa: 6 birîndar

Konseya Demokratîk a Civakên Kurd li Belçîkayê (NAV-BEL) ragihand ku di êrişeke terorîstî ya êvara 22’yê Çileyê de ku li dijî civaka Kurd li Anversê ya Belçîkayê pêk hat, sê kes bi giranî birîndar bûn. Polîs hejmara birîndaran wekî şeş ragihand.

Li Anversê li dijî Kurdên çalakî dikirin êrişa: 6 birîndar
23 ÇILE, 2026   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji aliyê NAV-BEL ve hatine dayîn, êriş li dora saet 7:30ê êvarê piştî xwepêşandaneke aştiyane ji bo protestokirina êrîşên li dijî Kurdên li Rojava li Meydana Opera ya Anversê pêk hat. Xwepêşandana ku jin, zarok û malbat lê bûn, bê bûyer berdewam kir û dema ku xwepêşander belav bûn komek êrîşkaran xwepêşdarana hedef girt.

Êrişkaran ku hat gotin ku ketine nav xwepêşandanê, ji nişkê ve bi kêran êrîş kirin û sê Kurd bi giranî birîndar kirin. Birîndar ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.

POLÎS: 6 BIRÎNDAR HENE, 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Polîsê Belçîkayê ragihand ku çar birîndar li Operapleinê hatin dîtin, birîndarên pêncemîn û şeşemîn jî li derdora Rooseveltplaats û Sint-Elisabethstraatê hatine dîtin. Polîs ragihand ku rewşa du ji birîndaran krîtîk e û lêpirsîn ne ji ber “terorîzmê” ji ber "hewldana kuştinê" hatiye destpêkirin. Polîsê Anversê diyar kir ku çar gumanbar hatine binçavkirin û dîmenên kamerayan têne lêkolînkirin.

NAV-BEL’ê diyar kir ku êrîşkar bi eslê xwe ji Rojhilata Navîn e û bi gumana tundrew û cîhadîst tevgeriyane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kurdên beşdarî çalakiyê bûne al û sembolên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hilgirtine, ji ber vê yekê rasterast hedef hatine girtin. Hat bibîrxistin ku Kurd îro bi êrîşa HTŞ û komên çete yên li Rojava re rû bi rû mane.

Li gorî saziya Kurd, ev êriş ne kiryarek tundûtûjiyê ya bêserûber bû, êrîşek terorîstî ya plankirî û hedefgirtî li dijî civaka Kurd bû. NAV-BEL’ê bang li polîs û dadweriya Belçîkayê kir ku êrîşê di vê çarçoveyê de bigirin dest û destnîşan kir ku divê were qebûlkirin ku Kurd li Ewropayê di hedefa gotinên nefretê û tundûtûjiya cîhadîst de ne.

Ji ber êrişê, xwepêşandanek Kurdan a plankirî û destûrdara wê hatibû girtin a li Anversê ku wê roja Înê, 23’yê Çileyê pêk bihata ji ber rêzgirtina ji bo mexdûran û ji bo dûrketina ji zêdebûna rageşiyê hate betalkirin. Tevî vê yekê, NAV-BEL’ê ragihand ku ew ê têkoşîn û nerazîbûnên xwe yên li dijî êrîşên li Rojava bidomîne.