Daxwaza hunermendan a dîtina Rêber Abdullah Ocalan 

Hunermendên Kobanê destnîşan kir ku ew dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin û wî di nava xwe de bibînin.

Daxwaza hunermendan a dîtina Rêber Abdullah Ocalan 
1 tebax, 2025   03:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” ku destpêka Hezîranê ji aliyê Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê ve hatiye destpêkirin, didome. Têkildarî vê mijarê hunermendên bajarê Kobanê ji ANHA`yê re axivîn.

Endamê navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Mihemed Misî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo mirovahiyê têkoşîn dike, lewma divê ew jî ji bo azadiya wî ya fîzîkî têbikoşinê xurtir bikin

Mihemed Misî bal kişand ku azadiya Rêber Apo, azadiya mirovahiyê ye, ji ber wê, ew jî wek hunermed dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin û dixwazîn wî di nava xwe de bibînin.

Endama Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido helbestvan Sîham Mistefa, anî ziman ku ew dixwazin êdî Rêber Abdullah Ocalan di nava wan de bibînin û got: "Rêber Apo ji bo hemû kesên bindest evqas sal e têdikoşe, em jî dixwazin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abudullah Ocalan têkoşîn bikin.”

Endama Navenda Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn a Kobanê Pêrwa Kenan jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Rêber Apo dikare hemû pirsgirêkan çareser bike, ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo, azadiya mirovahiyê ye. Daxwaza me ya bingehîn dîtina Rêberê Apo ye. Em dixwazin Rêberê me di nava me de jiyan bike."

(a)

ANHA