Şêx Hikmet El Hecrî perspektîf da xelkê Siweydayê

Lîderê rohanî yê durziyan şêx Hikmet El Hecrî ji bo parastina sivîlan û rûmeta wan, perspekîtf da şênî û parêzvanên Siweydayê.

Şêx Hikmet El Hecrî perspektîf da xelkê Siweydayê
3 tebax, 2025   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêvegerê rohanî yê Muwehidîn El Druz birêz şêx Hikmet El Hecrî ji şêniyên Siweydayê û hêzên parêzgehê diparêzin re, daxuyaniyek da.

El Hecrî teqezî bi parastina sivîlan û rûmeta wan kir. Di heman demê de destnîşan kir ku divê bi aqilane nêzî bûyeran bibin.

Perspektîfên El Hecrî bi vî rengî ne:

Divê hêzên parêzvan li gorî hatiye plankirin vegerin cihên wan ên ku berê hatine diyarkirin.

Li hember her êrişeke muhtemel, bi hemû rêbazan parastin bê xurtkirin.

Beyî koordîneya bi odeya operasyonên hevbeş, nabe tu kes ti tevgerekê bike.

Divê her kes aram be, xwe kontrol bike û guh nede provokasyonan.

Heta perspektîfên din, divê şênî ji malên xwe dernekevin.”

El Hecrî ji şêniyan re got rewş di bin kontrolê de ye, xeman nexwin û li gorî pêwîstiyê bi aqilane tev digerin. Her wiha bang li her kesî kir ku li gorî perspektîfan tev bigerin.

(şx)