Ji ciwanan civîna 'axa xwe biparêz e'

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan civînek bi navê “Nasnameya xwe, axa xwe û welatê xwe biparêze û dijminên xwînxwar têk bibe” li dar xist.

Ji ciwanan civîna 'axa xwe biparêz e'
Ji ciwanan civîna 'axa xwe biparêz e'
Ji ciwanan civîna 'axa xwe biparêz e'
Ji ciwanan civîna 'axa xwe biparêz e'
Ji ciwanan civîna 'axa xwe biparêz e'
Ji ciwanan civîna 'axa xwe biparêz e'
Ji ciwanan civîna 'axa xwe biparêz e'
Ji ciwanan civîna 'axa xwe biparêz e'
20 ÇILE, 2025   15:39
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê civînek bi navê “Bi ciwanên şerker nasnameya xwe, axa xwe û welatê xwe biparêze û dijminên xwînxwar têk bibe” li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar xist.

Di civîn de bi dehan ciwan, endamên Kongra Star, xwedekar û malbatên şehîdan beşdar bûn.

Di civînê de ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Çiya Firat diyar kir ku divê her kes xwe ji şerê gelê şoşeşgerî re amade bike û piştgiriya şervanan bike.

Firat diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û axaftina xwe wiha dewam kir: “Em wek hêzên QSD`ê ji êrişên darkeriyê re hazir in, em ji hêza xwe bawer in, em her tim ji amade ne. Em ê her tim li hember êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin û Kobanê bikin gora dagirkeriyê.”

Çiya Firat di dawiyê de ev tişt anî ziman: “Divê ciwan her tim li kêleka hêza QSD`ê û YPJ`ê bin û piştgiriya xwe ji wan re nîşan bidin. Em ê bi şerê gel ê şoreşgerî piştgiriya şervanên xwe bikin û dagirkeriyê têk bibin.”

Piştre beşdaran anîn ziman ku heta hêza xwe ya dawiyê ew ê li kêleka şervanên xwe bin û bi rihê şerê gel ê şoreşgerî hêza xwe xurttir bikin.

(sş)

ANHA