Li Amûdê hêrsa li dijî êrişan û seferberî

Hêzên siyasî, meclisên xwecih û eşîrên bajarê Amûdê tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand, êrişên çeteyên DAIŞ’ê û hikumeta demkî şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku berpiryariyên xwe yên rawestandina êrişan bi cih bînin.

Li Amûdê hêrsa li dijî êrişan û seferberî
22 ÇILE, 2026   15:45
QAMŞILO

Li ser banga seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê ji bo parastina herêmê ji êrişên çeteyên hikumeta demkî ragihandiye, Meclisa PYD’ê ya bajarê Amûdê, Meclisa bajarê Amûdê û eşîra Deqorî ya Amûdê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand.

Endamên Meclisa PYD’ê ya bajarê Amûdê hatin gel hev û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji pêşiya avahiya partî ji aliyê rêvebera partiyê Nîroz Elî ve hat xwendin.

Rêveber û endamên Meclisa Bajarê Amûdê jî daxuyaniyek li pêşiya avahiya xwe dan. Endamê meclisê Ebduselam Qafûr daxuyanî xwend. Eşîra Deqûrî jî bi amadebûna ciwan û rûspiyên eşîran daxuyaniyek li pêşiya Jina Azad da. Daxuyanî ji aliyê Amir Deqorî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de êrişên hikumeta demkî yên li ser Rojava hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku êriş bi armanca şikandina îradey gelê Kurd û jiholê rakirina destkeftiyên wan e.

Di daxuyaniyê de piştgiriya bi QSD’ê ra hat nîşandin û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li êrişan bînin.

Her wiha bang li gelê herêmê hat kirin ku li hemberî êrişan berxwedanê xurttir bikin û hate gotin "Îradeya gel ji alava şer a dijmin bihêztir e.” Di heman demê de banga xurtkirina hevgirtinê li gelê Kurd hat kirin.

Di dawiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.

(b)

ANHA

AMUDÊ