Rewşa avê li Kobanî û gundewarê wê

Li bajarê Kobanê ji ber qutbûna avê rewş ber bi kareseteke mirovî ve diçe. Çeteyên hikumeta demkî elektrîka bendava Tişrînê li ser Kobanê qut kirine, lewma stasyonên avê hemû rawestiyane, ev yek jiyana xelkê xistiye xeteriyê.

Rewşa avê li Kobanî û gundewarê wê
22 ÇILE, 2026   15:46
KOBANÊ

Ji ber qutbûna elektrîkê, hemû stasyonên avê li bajarê Kobanê ji xizmetê derketine û li bajêr ava vexwarinê kêm bûye. Çeteyên hikumetê jî êriş û dorpêça li ser herêmê dewam dikin.

Ev rewş, ji ber koçberbûna hejmareke mezin a şêniyên gundên derdorê û kampa koçberan a Til El Simin û kampên Tebqayê ber bi bajarê  Kobanî ve, bi awayekî karesatbar xirabtir bûye.

Li gorî amarên sala borî, hijmara şêniyên bajarê  Kobanî û gundewarê wê 400 hezar kes e.

Di rewşa heyî de rêvberiyên herêmî li ser projeyek alternatîf dixebitin û hewl didin bîrên nû bikolin û bixebitînin  da ku avê peyda bikin.

Hevseroka Rêveberiya Avê li kantona Firatê, Zozan Xelîl ji ajansa me re diyar kir ku: "Krîza heyî bi hezaran sivîlan rojane dixe ber dijwarîyên jiyanê, û tirs hene ku eger çareseriyên lezgîn û domdar neyên dîtin, karesat dê xirabtir bibe."

(k)

ANHA