Dewleta Tirk gundewarê Minbicê topbaran dike

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker hemwextî topbarankirina gundê Tûxar ê bakur rojhilatê bajarê Minbicê gundê Ewn Dadat ê bakurê bajêr topbaran dike.

Dewleta Tirk gundewarê Minbicê topbaran dike
27 gulan, 2024   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hewanan gundê Tuxar ê bakur rojhilatê bajarê Minbicê topbaran dike. 

Her wiha hemwextî wê gundê Ewn Dadat ê bakurê bajêr bi obîsan topbaran dike.

Li gorî agahiyan topbaran hîna berdewam e.

(şx)

ANHA