Li Almanya û Swîser di 7ˊê Sibatê de çalakiyên ji bo Rojava

Li bajarên Almanya û Swîsreyê çalakiyên ji bo piştevaniya Rojava û gelê Kurd dewam dikin. Wê di 7ˊê Sibatê de Kurdistanî û dostên wan meşên girseyî li dar bixin.

Li Almanya û Swîser di 7ˊê Sibatê de çalakiyên ji bo Rojava
6 sibat, 2026   00:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Ewropa meş û çalakiyên ji bo gelê Kurd û statuya Rojava dewam dikin.

STUTTGART

Li bajarê Stuttgart ê Almanyayê, bi armanca naskirina statuya Rojava meş û mitîng hate lidarxistin. Çalakî li Stuttgart–Ludwigsburg Bahnhofê destpê kir û li Marktplatzê bi mitîngekî bi dawî bû.

Bi dehan Kurdistanî tevlî bûn û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Gelê Kurd yek e” berzkirin. Di tevahiya meşê de, pankartên ku îşaret bi xwedîderketina li YPJ û YPG’ê dike û peyamên piştevaniyê ji bo şoreşa Rojava dide, hatin hilgirtin. Girseyê diyar kir ku divê destkeftiyên gelê Rojava were parastn û statuya herêmê bi awayekî fermî were naskirin.

Meş dema gihîşt Marktplatzê, mitîng hate lidarxistin. Nûnerên ku di mitîngê de axivîn destnîşankirin ku Rojava mînakekî şênber a jiyana bi hev re, wekhev û azad ên gelan li Rojhilata Navîn e. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku parastina pergala demokratîk a bi pêşengiya jinan, ji bo tevahî gelê Kurd û dostên wan berpirsyariyeke dîrokî ye.

Di peyamên qada mitîngê de hate diyarkirin ku heta statuya Rojava bi fermî were naskirin, wê têkoşînê dewam bike. Her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî û saziyên peywendîdar hate kirin ku li hemberî êrîş û gefên li dijî Rojava bêdeng nemînin.

Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdistan” bi dawî bû.

KIEL

Li bajarê Kiel ê Almanyayê, êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê bi mitîngekî girseyî hate protestokirin. Çalakvanan diyarkirin ku tevî peymanên hatine kirin jî dorpêç hîna nehatiye rakirin û hate xwestin ku êrîşên li ser gelê Kurd tavile werin rawestandin.

Mitîng li Asmus-Bremer-Platzê destpê kir. Kurdên li Kielê jiyan dikin û gelek kesên ku bi wan re di nava piştevaniyê de ne, tevlî mitîngê bûn. Girseya ku di qada çalakiyê de kom bûn, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin.

Di axaftinên mitîngê de hate destnîşankirin ku têkoşîna azadî û rûmetê ya gelê Kurd rewa ye û banga mezinkirina piştevaniyê bi Rojava re hate kirin. Di daxuyaniyan de îşaret bi bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hate kirin û hate diyarkirin ku êrîşên li ser gelê Kurd nabe werin qebûlkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku wê ji bo pêhisandina têkoşîna mafdar ya gelê Kurd, li qadan bin û hate ragihandin ku 7’ê Sibatê di saet 15:00’an de meşekî mezin were lidarxistin. Çalakvanan bang li gelê Kurd û dostên wan kirin ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin.

ESSEN

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Essen ê Almanyayê, li dijî êrîşên li ser Rojava û daxwaza naskirina statuya siyasî ya herêmê meşekî girseyî lidarxistin.

Girseya ku bi banga Meclîsa Gel a Essenê li pêşiya Hauptbahnhofê li hev civiya, piştî deqîqeyek rêzgirtinê dest bi meşê kir. Girseyê pankartên ku daxwaza “Ji Rojava re statu” dike hilgirtin û di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” berzkirin.

Die Linke Essen jî tevlî meşê bû. Meş li navenda bajêr bi dawî bû û piştre li ser navê girseyê daxuyaniyên bi zimanê Elmanî û Kurdî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de banga mezinkirina piştevaniya bi Rojava re û naskirina statuya siyasî ya herêmê hat dubarekirin.

CINÊV

Amadekariyên ji bo meşa girseyî ya ku 7’ê Sibatê roja Şemiyê ji Qada Plainpalaisê Cinêvê yê Swîsreyê heta avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi dirûşmeya "Azadî ji bo Rêber Apo, Statû ji bo Rojava" bimeşin, didomin.

Di nava wan de ciwanên enternasyonalîst jî hebûn li gelek navendên kirînê yên li seranserê Cenevreyê xebat meşandin û rasterast bi raya giştî re têkilî danîn. Di xebatê de derbarê armanc û naveroka meşê de agahî dan û raya giştî vexwendin meşê.

Bang bi Îngilîzî, Fransî, Kurdî û Tirkî hatin kirin û rasterast xwe gîhandin şêniyên herêmî, koçber û enternasyonalîst ên li Cenevreyê dijîn. Di xebatên agahdarkirinê de, gelek kes derbarê meşê de hatin agahdarkirin û banga beşdarbûna meşa 7’ê Sibatê roja Şemiyê ku li Qada Plainpalaisê bê lidarxistin dubare kirin.