Li Afganistanê erdhej: zêdetirî 600 kes mirin

Li rojhilatê Afganistanê erdhej pêk hat, li gorî Wezareta Hundirîn a Afganistanê di erdhejê de zêdetirî 600 kesî jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî hezar kesî birîndar bûye.

Li Afganistanê erdhej: zêdetirî 600 kes mirin
1 îlon, 2025   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Hundirîn a Afganistanê hejmara qurbaniyên erdhejê derket 622 kesan û zêdetirî hezar kesî birîndar bûye. Televizyona Fermî ya Afganistanê ragihand ku roja duşemê di saetên destpêka rojê de li herêma Kunar a rojhilatê Afganistanê erdhej bi hêza 6 pileyan pêk hatiye. 

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Afganistanê der barê erdhejê de daxuyanî da û diyar kir ku hejmara qurbaniyan bilind e û ji ber dijwarbûna xaknîgariya herêma erdhejê tîmên rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin her derê.

Li aliyê din rayedarên hikûmetê behsa ihtîmala zêdebûna hejmara qurbaniyan dikin.

Erdhejê ji bilî Afganistanê bandor li beşek ji welatên wekî Hindistan, Pakistan, Ozbekistan û Tacakistan jî kiriye.

(dc)