Li 5 navendên Almanyayê çalakiyên piştevaniya Rojava

Li 5 navendên Almanyayê Kurdistanî û dostên wan çalakiyên girseyî ji bo naskirina statuya siyasî ya Rojava û parastina destkeftiyên li herêmê hatin lidarxistin.

Li 5 navendên Almanyayê çalakiyên piştevaniya Rojava
3 sibat, 2026   23:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞˊê çalakiyên li seranserî cîhanê ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê didomin.

BONN

Girseya ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li hev civiyan, ji bo misogerkirina modela demokratîk ya li Rojava bang li saziyên navneteweyî kirin. Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana YPG/YPJ” û “Jin, Jiyan, Azadî” destpê kir. Di çalakiyê de pankarta mezin a bi nivîsa Elmanî, “Status fur Rojava Jetzt” (Statuya niha ji bo Rojava” û alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin.

Endamê Meclîsa PYD’ê ya Bonnê Ehmed Tacdîn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava bi berxwedana gelê Kurd û hêzên xweparastinê, derbasî zemîna peymanê bûye. Tacdîn destnîşan kir ku lê peymana hatî îmzekirin, metirsiyê bi temamî ji holê narake û bilêv kir ku metirsiya komên cîhadîst dewam dike. Tacdîn anî ser ziman ku wê ji niha şûnde bingeha hemû xebatên dîplomatîk û civakî yên li her derê Ewropayê werin meşandin, wê bibe daxwaza “Ji Rojava re statu.”

Piştî axaftinê, daxwazname û dosyaya berfireh ku ji aliyê TJK-E’ê ve hatibû amadekirin, ji bo dayîna rayedarên NY’ê hate radestkirin. Di metna hate pêşkêşkirin de hate destnîşankirin ku Şoreşa Rojava di qada navneteweyî de wekî “Şoraş Jinan” tê naskirin û jin ne tenê di refên YPJ’ê de pêşengî ji berxwedana çekdarî re kirie, di her qada civakî de veguherîna demokratîk dane destpêkirin. Di daxwaznameyê de hate xwestin ku ji bo mayîndekirina agirbesta li Rojava, mîsyoneke şopandinê ya navneteweyî û herêma parastinê, divê tavile were pêkanîn. Her wiha hate bilêvkirin ku divê di destûra bingehîn a Sûriyeyê de, avaniya xweser a Roajva û destkeftiyên “Şoraşa Jinan” bi awayekî fermî were naskirin û hate diyarkirin ku bi rejîmên dijminên jinan re asayîkirinek dîplomatîk wê neyê qebûlkirin.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Almanyayê, Meclîsa Jinan a Rojbîn û Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser Rojava meşekî girseyî li dar xistin. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn.

Girseya ku li Hamburg Hauptbahnhofê li hev civiyan, bi daxwaza statuya xweseriya demokratîk a Rojava ber bi Jungfernstiegê meşiyan. Meş bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Rojbîn û tevlîbûna TCŞ, Hamburg fur Kurdistan, Platforma Piştevaniyê ya bi Rojava re, enternasyonalîstên Elman û rêxistinên jinan ên sosyalîst û çepgir ve hate lidarxistin.

Di mitîngê de pankartên bi nivîsên, “Defend Rojava, Defend Kurdîstan”, “Turkischen Angriffskrieg und Dschihadisten Stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution”, “Stoppt die Angriffe auf Rojava und Rojhilat, Solidaritat mit den Protesten im Iran”, “Uberall Rojava, Uberall widerstand”, “Her der Rojava, her der Berxwedan” û “Wir sind bereit, uns denen entgegenzustellen, die uns unsere Freiheit nehmen wollen” hatin vekirin. Tevî alên TEV-DEM û Kurdistanê, pankartên ku balê dikşînin ser êrîşên çeteyên HTŞ’ê hatin hilgirtin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Meş li Jungfernstiegê bi dirûşme û sirûdan bi dawî bû.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Almanyayê, çalakiyên bi armanca piştevaniya bi Rojava re dewam dikin. Meşa ku bi tevlîbûna dostên Kurdan hate lidarxistin, bi berzkirina dirûşmeyan dewam kir.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana YPG” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku ew ê heta azadiya gelê Kurd û gelê Rojava qadan neterikînin.

AACHEN

Li bajarê Aachen ê Almanyayê bi pêşengiya Mala Gel a Kurd, bi armanca piştgiriya bi Rojava re mîtîngek hate li dar xistin. Mîtînga ku gelek Kurdistanî beşdar bûn, li Elisenbrunnen a li navenda bajêr pêk hat.

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir û piştre marşa Ey Reqîb hate xwendin.

Di axaftinan de berxwedana Rojava hate silav kirin û hate destnîşankirin ku divê statûya pergala xweser a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin were naskirin. Di axaftinan de bal hate kişandin ku li Rojava her çend hin peyman hatibin kirin jî metirsiya êrîşan berdewam dike û hate diyarkirin wekî ku hêzên Kurd li qadê amade ne, divê gelê li Ewropayê jî her kêlî li qadan be. Axaftvanan bang kirin ku têkoşîna mafdar a Rojava bi awayekî bihêztir ji raya giştî ya cîhanê re were vegotin.

FREIBURG

Kurdistaniyên li bajarê Freiburg ê Almanyayê dijîn, bi armanca protestokirina êrîş û komkujiyên li ser Rojava îro jî daketin qadan. Di daxuyaniya çalakiyê  de hate destnîşankirin ku ew ê heta naskirina statuya Rojava, wê li qadan bin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê sibê li Lahrê bi tevlîbûnên ji Freiburg, Offenbug û bajarên derdor meşekî girseyî were lidarxistin. Hate diyarkirin ku meş li Lahrê were lidarxistin û kombûn jî sibê di saet 17:00’an de li Rathausplatzê çêbibe.

Di serî de Freiburg, hemû gelên li bajarên derdor ji bo meşê hatin vexwendin û banga mezinkirina têkoşîna hevpar a li dijî êrîşên li ser Rojava hate kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştevaniya gelan û berxwedana li qadan dewam bike.

Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Yekîtiya Gelan” hatin berzkirin.