Sibe li Silêmaniyê şehîdê yekitiya neteweyî Ehmed Hêmin tê bibîranîn

Hate ragihandin ku sibe saet 15:00’an li bajarê Silêmaniyê yê Başûr merasîmeke mezin a bibîranînê ji bo şehîd Ehmed Hêmin ku li Rojava şehîd bûbû, tê lidarxistin.

Sibe li Silêmaniyê şehîdê yekitiya neteweyî Ehmed Hêmin tê bibîranîn
3 sibat, 2026   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşma ‘Çarşema Şehêd Yekîtiyê’ Şehîd Ehmed Hêmin li bajarê Silêmaniyê merasîmeke biheybet a bîranînê tê lidarxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye li ser banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ciwanê bi navê Ehmed Hêmin Omer ji Kerkûkê berê xwe dabû Rojavavayê Kurdistanê û 27’ê Çileyê li Hesekê şehîd bûbû.