Agahiyên nakok der barê kuştina Seyfulîslam El Qezafî de

Medyaya Lîbyayê agahiyên nakok ên têkildarî kuştina Seyfulîslam El Qezafî di pevçûnên çekdarî li nêzî El Zentan de belav kirin.

Agahiyên nakok der barê kuştina Seyfulîslam El Qezafî de
3 sibat, 2026   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Lîbyayê daxuyand ku kurê serokê Lîbyayê yê koçkirî Muemer El Qezafî, Seyfulîslam El Qezafî di pevçûnên çekdarî li herêma El Zentan a rojavayê Lîbyayê de hatiye kuştin.

Ragihandina xwecihî jî ragihand ku Seyfulîslam bi awayekî nediyar li başûrê El Zentanê di êrişeke hêza çekdarî ya Lîwaya 444 li nêzî bîra El Hemade de hatiye kuştin.

Li aliyekî din jî medyaya girêdayî rejîma Lîbyayê ya berê agahiya kuştina wî derewand û diyar kir ku ew ji hewldana kuştinê li nêzî bîra El Hemade xelas bûye.

(fr)