Lêkolînerê siyasî: Danezana Destûrî rêya avakirina desthilateke otorîter vedike

Mamosteyê Zanistên Siyasî Malik El Hafiz destnîşan kir ku Danezana Destûrî ya ku li Şamê hatiye derxistin nêrînek teng a rêveberiyê nîşan dide û destnîşan kir ku ev danezan mîna destûrên Partiya Baas`ê ye, rê li ber avakirina dewleteke sivîl digire û rêya avakirina desthilata otorîter vedike.

Lêkolînerê siyasî: Danezana Destûrî rêya avakirina desthilateke otorîter vedike
24 adar, 2025   05:25
NAVENDA NÛÇEYAN 
YIHYA EL HEBÎB

Rexneyên derdorên siyasî û civakî yên Sûriyeyê li ser Danezana Destûrî ya ku vê dawiyê ji aliyê Şamê ve hatiye derxistin, dewam dikin. Ew di wê baweriyê de ne ku danezan cewhera cihêreng û piralî ya Sûriyeyê li ber çavan nagire, gelek aliyan û pêkhateyên welat li derve dihêlin, û rê li ber qonaxeke nû ya qeyranan li welat vedike.

NÊRÎNEKE TENG A RÊVEBERIYÊ NÎŞAN DIDE

Nivîskar, lêkolînerê siyasî û doktorê zanistên siyasî yê Sûriyeyî Malik El Hafiz ji ajansa me re der brê mijrê got: "Bi awayekî zelal û rasterast, Danezana Destûrî ya ku ji aliyê desthilata li Şamê hatiye dayîn, daxwazên niştimanî yên rasteqîn û hêviyên pêvjoyeke veguhêz a geş, piralî û hemwelatîbûnê pêk nayîne. "

El Hafiz diyar kir ku ev danezan li şûna avakirina lihevhatineke niştimanî ya rasteqîne li ser siberoja Sûriyeyê, di çarçoveya hewlên ji bo ferzkirina rastiyeke siyasî ya nû de hatiye danîn, û got, "Di vê qonaxa hestiyar de, diviyabû Danezana Destûrî weke belgeyeke lihevhatî bûya ku nûnertiya hemû beşên civaka Sûriyeyê dike, ne ku tenê bibe destûreke ji bo çesipandina desthilatdariya heyî be. Weke ku ew destûreke biçûk e jib o "Serokê ferzkirî."- "Serokê Simbol" be. Tiştên ku di çend xalên danezanê cih digirin e, dê li şûna ku bibe gavek ber bi aramiya siyasî ve, dê parçebûnê kûrtir bike. "

ÇARÇOVEYEK SIST

El Hafiz bal kişand ser wê yekê ku "destûr bi gelemperî berhema diyalogeke niştimanî ya kûr û pêvajoyeke siyasî ya berfereh e, her wiha referandumeke gelerî û gotûbêjên berfireh di nava derdorên siyasî û hiqûqî de. Lê belê ev danezan bi biryareke yekalî ya desthilatdariya veguhêz pêk hat. Ev danezan ne tenê Danezaneke Destûrî bû ji bo birêvebirina pêvajoyê, lê wê hemû desthilatî xiste destê serok de, serok dikare Meclisa Ewlehiya Neteweyî erkdar bike, wezîran destniîşan bike û serokatiya wan bike, kes nikare hesabê jê bipirse. Ev yek, bêyî lihevkirinek siyasî çêbû, lewma ew çarçoveyek sist e ku nikare bibe bingehek domdar ji bo qonaxek veguhêz a ku bi rastî dixwaze ber bi dewletek pêşketî, aram û yekbûyî ve biçe. "

DANEZANA DESTÛRÎ YA ŞAMÊ Û DESTÛRA BINGEHÎN A PARTIYA BAAS: ŞÊWE JI HEV CUDA NE LÊ DI NAVEROKÊ DE WEK HEV IN

Derbarê cudahiyên berçav di navbera vê Danezana Destûrî û destûrên berê yên Partiya Baas`ê de, El Hafiz destnîşan kir ku, "Weke şêwe xuyan dike ku ev Danezana Destûrî ji destûrên berê yên Partiya Baas`ê cudatir e, lê di naverokê de heman şêwaza rêveberiya dewletê ya otorîter dubare dike, tenê amûr û îdeolojiya serdest hatiye guhertin. "

Rê li ber avakirina dewleta sivîl digire

Derbarê îhtîmala ku ev destûr bibe sedema bidawîhatina dewleta sivîl li Sûriyeyê û islamkirina welat, El Hafiz destnîşan kir ku "Danezana Destûrî nîşaneyên zelal têde ene ku rola bingehîn di qanûnê de ya olê ye, ku ev yek berovajî ramana dewletek sivîl e ya li ser bingeha cihêbûna ol û siyasetê ye. Derbaskirina olê di nava destûrê de tê wateya zagon dê li gorî olê bêne ravekirin, ev jî dê mafên takekesî û bi taybet yên kêmnetewan û jinan binpê bike ."

Her wiha got, "Di danezanê de behsa demokrasiyê jî nayê kirin. Demokrasî tê wateya siyaseta pirpartî, azadiya çapemeniyê, dadweriya serbixwe, hilbijartinên dadmend û veguheztina desthilatê. Ev hemû prensîbên ku hêzên serdest ên desthilatdariya veguhêz nexwazin pêk bînin. Li şûna wê, em dibînin piraniya behsa "şêwrê" û "hukumdariyê" tê kirin, li gorî hin  prensîbên nediyr. Ev jî  li şûa ku bikeve xizmeta beşdariya berferh a beşên civkê dike xizmta desthilatê. "

BINGEHA AVAKIRINA RÊJÎMEKE NÛ YA OTORÎTER

El Hafîz îhtîmala ku ev Danezana Destûrî dikare rêjîmeke nû ya otorîter li Sûriyeyê ava bike nirxand û got: "Wek destûrên rejîmên otorîter, Danezana Destûrî rê dide desthilata veguhêz ku hemû biryarên siyasî desteser bike, bêyî ku garantiyên destûrî ya çavdêriya gel hebe. "

 Her wiha diyar kir: "Danezanê herwiha ji bo bidawîkirina qonaxa veguhêz ti mekanîzmayeke taybet eşkere nekiriye, yan jî çarçoveyeke zelal ji bo wê diyar nekiriye, ev rê dide ku desthilata demkî bi awayekî bêdawî berdewam bike, weke çawa di ezmûnên hin welatên din bûye. "

El Hafiz wia berdewam kir: "Di nivîsandina danezanê de ti beşdariyeke rasteqîn ya hêzên siyasî yên Sûriyeyê nebû, ev tê wê wateyê ku kesên ew danezanê amade kirine, armanca wan xurtkirina desthilata wan e. "

El Hafiz di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Xetereyên vê Danezna Destûrî wiha ne: Ferzkirina desthilatdaryeke defakto li şûna avakirina dewleteke nûjen; rewakirina sextete bo desthilatdariya veguhêz a nehilbijartî; peydakirina bingeheke qanûnî ya avakirina otorîteriyê bi navên nû; û ji holê rakirina prensîba niştimniya wekhev û ferzkirina berjewendiyên komeke olî yan civakî. "

(k)

ANHA