Elewî li Sûriyeyê -2

Di sedsala 20’an de guhertineke mezin di rewşa elewiyên li Sûriyeyê de pêk hat, roleke girîng di berxwedana dijî dagirkeriya Fransayê de bi pêşengtiya Şêx Salih El Elî de lîst. Bi serxwebûna Sûriyeyê re û bi rêya Partiya Baas’ê elewiyan desthilat bi dest xistin û Hafiz Esed jî di 1970’î de derket, wê jî ji wan re cihekî xurt di saziyên leşkerî û ewlehî de peyda kir. Ruxmî wê jî gelek ji elewî di xizantiyê de man, hin jî bûn muxalifê rejîmê û ketin girtîgehan. Wê yekê di nava civaka ewlehiyan de di navbera alîgir û muxalifê de parçebûnek çêkir.

Elewî li Sûriyeyê -2
24 adar, 2025   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN
DIYAA ISKENDER

Di sedsala 20’an de di rewşa elewiyên Sûriyeyê de guhertinek çêbû. Piştî hilweşîna dewleta Osmanî û bi destpêkirina dagirkeriya Fransayê re fransayiyan dest bi geşkirina rola kêmneteweyan kir di nav de elewî. Ew jî weke beşek ji stratejiya "parçe bike û bi rê ve bibe" ye. Gelek elewî di artêşa Fransayê de hatin bicihkirin, wê jî derfetek di pêşxistina civakî û siyasî de çêkir.

Bê guman, tu carî nebûne yek blokeke siyasî. Piştî dagirkirina Fransayê ji Sûriyeyê re, Şêx Salih El Elî weke dijberê dagirkeriyê derket û cengên giran li dijî artêşa Fransayê re bi rê ve birin. Şêx Salih El Elî serkirdeyekî herêmî yê karîzmatîk bû û xwedî wê şiyanê bû ku xelkê li dora xwe bicivîne. Wî di navbera 1919 û 1921’ê de şoreşeke çekdarî li dijî Fransayiyan bi rê ve bir. Ew şoreş yek ji tevgerên berxwedanê li Sûriyeyê di serdema dagirkeriya Fransayê de bû, wê jî hişt ku bibe sembola berxwedana niştîmanî. Stratejiya wî xwe dispart şerê gerîlatiyê; êrişên ji nişka ve li dijî hêzên Fransayî pêk dianîn û piştre vekişiyan çiyayan.

Şêx Salih El Elî ne tenê ji bo mezheba xwe têdikoşiya, lê berxwedana xwe weke parçeyek ji têkoşîna niştîmanî ya Sûriyeyê ya berfireh dinirxand. Hewl da ku mezheb û pêkhateyên Sûriyê yên cuda di bin yek ala berxwedana dijî dagirkeriya Fransayê de bicivîne. Bi serkirdeyên din re mîna Îbrahîm Henano li bakur û Sultana Paşa El Etreş li Cebel El Ereb re tevkarî kir. Ew jî nêrîna niştîmanî ya berfireh nîşan dide.

Tevî serkeftinên wî yên leşkerî, berxwedana wî nikarîbû li hember hêzên leşkserî ya Fransayê ya mezin bisekiniya. Di 1921’ê de Şêx Salih El Elî, piştî ku ji hêla hêzên Fransayê li çiyayên Laziqiyê hat dorpêçkirin, neçar me teslîm bibe. Lê tevî wê, nehat bidarvekirin an jî girtin, lê ji bo Dêrazorê hat sigûnkirin. Armanc ji sirgûnkirina wî ji bo vê herêma dûr, dûrxistina wî ji hîma gelêrî û leşkerî bû û rê li pêş dewamkirina birêxistinkirina berwxwedana li dijî dagirkeriya Fransayê were girtin.

Der barê sedema çi Şêx Salih El Elî neketiye girtîgehê, tevî ku serkirdeyê berxwedanê bû de, gelek şîrove hene û wiha ne:

Şêx Salih El Elî li Dêrazorê dûrî navdarbûnê jiya û venegerî ne çalakiya siyasî yan jî leşkerî. Di 1950’î de, piştî ku mîraseke niştîmanî ya mezin mîna sembola berxwedana li dijî mêtingeriyê hişt, koç kir.

Şêx Salih El-Elî li Dêrezorê, dûrî çavan dijiya, qet venagere xebatên siyasî û leşkerî. Di sala 1950’î de jiyana xwe ji dest da û mîraseke girîng a neteweyî li pey xwe hişt ku sembola berxwedanê ya li dijî kolonyalîzmê ye.

Piştî serxwebûnê, jiyana siyasî ya li Sûriyeyê veguherî qada aloziyê di navbera elîtên bajarî yên sunnî de. Lê debaya 1963’an ya bi serkêşiya Partiya Baas’ê derfeteke da elewiyan ku cihê xwe di hundir desthilatê de xurt bike. Ew yek ne ji ber lihevkirina mezhebî bû, lê bi sedema serweriya wan a zêde di hundirê artêşê de bû ku efserên elewî dara piştî ya derbayê bûn.

Lê kêliya diyarker di 1970’an de, dema ku Hafiz Esed li dijî hevalên xwe yên Partiya Baas’ derketiye û desthilat bi xurtî xiste destê xwe, pêk hat. Derketina wî ne serketineke şexsî bû, lê belê di dîroka elewiyan de guherîneke bingehîn bû. Ji ber ku ew ji paşguhkirina dîrokî ber bi hundirê dewleta kûr ve birin.

ELEWÎ DI SERDEMA HAFIZ ESED Û KURÊ WÎ BEŞAR ESED DE

Bi hatina Hafiz Esed ê Elewî li ser desthilatê di 1970’î de, mezheba elewî bû navenda desthilatê. Esed pergaleke desthilat ku xwe dispêre mezhebtiyê ava kir. Elewiyan saziyên leşkerî û ewlehî kontrol kirin.

Tevî ku pergala Hafiz Esed bi awayekî meizn xwe dispart mezbeha Elewî di saziyên ewlehî û leşkerî de, lê pergala wî ne tam mezhebî ku tenê xwe dispêre elewiyan bû. Esed girîngiya hevsengiya hêzan û pêwîstiya beşdariya mezhebên din di pergalê de dizanî, da ku parastina îstîqrar û rewabûna wî were kirin.

Bi awayekî sereke Esed xwe spart sunniyan, ji ber ku hejmara wan li Sûriyeyê pir e. Ew bi rêya erkdarkirina

Esed bi awayekî sereke xwe dispêre Sunniyan, ji ber ku ew hejmara herî zêde li Sûriyeyê ye. Esed ew xistin wezîfeyên siyasî mîna Ebdulhelîm Xedam û Farûq El Şeri û di aliyê leşkerî de jî erk û wezaret da Mehmûd El Eyûbî, Ebdurehman Xilêfawî, Mihemed Elî El Helebî û Mehmûd El Zuibî, her wiha sunnî di parlamento û saziyên hikumetê yên sereke de jî hebûn.

Ev rewş di bin hukmê Beşar Esed de, heta 2000’î piştî wefata bavê wî, ku desthilata wergirtiye berdewam kir. Mîrasa ku wergirtiye giran bû, ji ber ku ne xwedî karîzmaya bavê xwe ne jî pisporiya wî di rêvebirina hevabendiyan de hebû. Wê jî hişt ku herî zêde xwe bispêre saziyên ewlehiyê ku êdî piraniya wan di bin kontrola ewlehiyan de bû. Du sal ji wergirtina wî ya desthilatê derbas nebûbûn, diyar bû ku reftarên wî yên çewisandin û têkbirina her kesî dijî wî disekine ji yên bavê wî ne cuda ye. Li dijî her dijberekî xwe bi hovîtî bersiv da û muxalifên xwe xistin girtîgehan heta ewlehî jî jê nefilitîn. Bi vê yekê teqez bû ku siyaseta çewisandin û teroriyê hîna di desthilata wî de kevirê bingehîn an jî kevirê koşê ye.

XIZANTIYÊ HIŞT KU EW TEV LI ARTÊŞ Û EWLEHIYÊ BIBIN

Ruxmî tevlêbûna mezin a elewiyan di saziyên leşkerî û ewlehiyê de, lê piraniya wan êş û azarên  xizantî û mehrûmbûnê dikişandin. Çiyayên peravê cihê civakên xwe dispêrin çandiniya klasîk, binesazî lawazî û pewerdehî kêm bû. Li pêş ciwanên elewiyan tenê du bijarde hebûn: an koçberiya ber bi bajaran ve ku bixebitin an jî tev li artêş û ewlehiyê bibin ku îstîqrar bibin.

HELWESTA EWLEHIYAN JI SIYASET Û XISTINA WAN DI GIRTÎGEHAN DE

Elewiyên li Sûriyeyê ne giştî alîgirên rjeîma Esed bûn, lê gelek ji wan berdêla muxalefeta xwe ya dijberiya siyasî dan û ketin girtîgehan. Ji wan muxalifan şepêla elewî ya çepgir derket mîna Komeleya Xebatên Komunîst û komên din ên komunîst ku ji Partiya Komunîst a Sûriyeyê veqetiyan, bûn. Di salên 1970 û 1980’î de ew li kêlek van muxalifan sekinîn û siyasetên rejîma desthilat rexne kirin, lê zordariya saziyên ewlehî yên Esed nehiştin ew tev bigerin û bêhn li wan çikand. Girtîgehên Sûriyeyê, di serî de girtîgeha Tedmurê ya navdar tijî bûn û tê de ji hemû mezheban hebûn.

Ev çewisandina hovane şopên kûrd li ser civaka elewî bi giştî hişt, tirsa ji girting, êşkenceyê mezin kir. Bi wê re, li hember aqûbeta biêş a ku muxalifan ji destê rejîmê dîtiye, ew bê deng man. Her wiha vê çewisandinê di hundirê civaka elewî de parçebûnek di navbera kesên alîgir û dijberan de çêkir.

Ev parçebûn tevliheviya rastiya rewşên civakî û siyasî yên elewiyan nîşan dide û tîne bîra me ku mezheb ne blokeke exres in, ji wê zêdetir ew civakên zindî yên xwedî nêrîn û helwest in.

Sibe: Elewî û şoreşa 2011: hilweşîna Beşar Esed û aqûbet

(fr)

ANHA