Lêkolînerê hiqûqa navneteweyî: Li Sûriyeyê bêedaletî û bêcezatî berdewam e

Lêkolînerê hiqûqa navneteweyî Xalid Cabir diyar kir ku tevî guhertinên siyasî jî li Sûriyeyê sûc û binpêkirinan berdewam in û da zanîn ku pêdivî bi belgekirina sûcan a navneteweyî, hesabpirsîna ji sûcdaran, aktîfkirina edaleta veguhêz û bidawîkirina siyaseta bêcezatiyê heye.

Lêkolînerê hiqûqa navneteweyî: Li Sûriyeyê bêedaletî û bêcezatî berdewam e
1 adar, 2026   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Lêkolînerê hiqûqa navneteweyî Xalid Cabir ji ajansa me re got: "Dema ku em li rewşa Sûriyeyê bi giştî dinêrin û ji 14 sal berê heta niha, em dibînin ku gelek binpêkirin û sûc hatine kirin. Hin ji van binpêkirinan sîstematîk bûn, hin jî bûyerên takekesî bûn, lê qurbanî her tim yek e; gelê Sûriyeyê.”

Cabir wiha pê de çû: "Belê sûc berdewam in û sedemên vê yekê jî nekarîna dagirtina valahiya û belavbûna rêxistinên tundraw in. Ji ber vê yekê sûc berdewam dikin."

‘SÛCÊN LI PERAVÊ Û SIWÊDAYÊ SÛCÊN ŞER IN’

Cabir destnîşan kir ku rewşa Sûriyeyê "heta niha jî trajediyeke rastîn" e û got: "Piştî têkçûna Esed jî zêdetirî salek e sûc berdewam dikin. Tiştê ku li peravê û Siwêdayê qewimî, kuştinên li ser bingeha nasnameyê nayên jibîrkirin û ew li gorî rêzikên bingehîn ên Dadgeha Ceza ya Navneteweyî sûcên şer in. Ew sûc li dijî qanûnên mirovî û peymanên navneteweyî ne ku ji bo parastina mirovên li deverên şerên çekdarî hatine danîn.”

BELGEKIRINA NAVNETEWEYÎ YA BERFIREH Û NEBÛNA DARIZANDINÊ

Xalid Cabir diyar kir ku sûc hatine belgekirin û got: "Gelek agahiyên belgekirî yên navneteweyî û herêmî hene, lê tiştê ku em hewce ne rêyek e ku sûcdaran darizîne û polîtîkayeke cezakirinê bi cih bînin. Mafê welatiyên Sûriyeyê heye ku van mekanîzmayan û cezakirina di çarçoveya edaleta veguhêz de bixwazin.”

Cebir ev lê zêde kir: "Gelek kes hene ku li dijî sûriyeyiyan sûc kirine û îro ew di çarçoveya Sûriyeyê de ne, di serî de Hatim Ebû Şeqra ku di asta navneteweyî de tê tawanberkirin. Lê hem aliyên navneteweyî û hem jî yên herêmî xwe ji pêkanîna mekanîzmayên hesabdayînê û pejirandina siyaseteke li dijî bêcezatiyê dûr dixin û helwestên durû didomînin.”

‘DADWERIYA VEGUHÊZ PÊDIVIYEKE NETEWEYÎ YE’

Xalid Cebir diyar kir ku bi hilweşîna rejîma Esed re dê baştir bûya ku mekanîzmayeke taybet û demkî ji bo cezakirina sûcdaran bihata çalakkirin û gotinên wiha bi dawî kirin: "Sûc hene ku ji bo mirovahiyê şerm in, lê sûcdar nehatine cezakirin. Ew tenê mane wek belge, bêyî ku tu lêpirsînek rastîn hebe.”

(k)

ANHA