NY`ê piştî êrişên li ser Îranê banga lidarxistina civîneke Konseya Ewlekariyê kir

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo nîqaşkirina pêşketinên li Rojhilata Navîn piştî êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê, banga civîneke awarte a Konseya Ewlekariyê kir.

NY`ê piştî êrişên li ser Îranê banga lidarxistina civîneke Konseya Ewlekariyê kir
28 sibat, 2026   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

NY`ê ragihand ku Konseya Ewlekariyê wê îro saet 9'ê êvarê bi dema GMT civînekê li dar bixe da ku "rewşa Rojhilata Navîn" piştî êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê nîqaş bike. 

Nûnertiya Îsraîlê ya li NY`ê diyar kir ku civîn bi înîsiyatîfa Fransa û Behrêynê tê lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê NY`ê Antonio Guterres "zêdebûna rageşiyê" li herêmê şermezar kir û banga rawestandina şer kir.

(ac)

ANHA