Êlên Kurdan banga yekitiya neteweyî kir

Êlên Kurdan diyar kir ku gelê Kurd bi yekitiyê dikarê hebûna xwe biparêzê û bang li hemû Kurdan kir ku bi berpirsyarî nêzî pêvajoyê bibin.

Êlên Kurdan banga yekitiya neteweyî kir
1 adar, 2026   04:55
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM- ZEYNEB ŞÊXO

Rûspiyên êlên Kurdan pêvajo nirxand û bang li tevahiya Kurdan kir ku yekitiya xwe biparêzin.

Rûspiyê êla Kîkan Mûsa Sadûn Sîno got: “Em ji zûve banga yekitiya kurdî dikin û gelek kesan nêrîna me qebûl nekirin. Di vê pêvajoyê de xeter li ser hebûna gelê Kurd heye, divê hevdû bigrin. Bi yekitiyê wê Kurd û mafên wan ji dagirkeran werin parastin. Gelê Kurd ê tevahiya Kurdistanê yekitiyê dixwaze.”

Mûsa Sadûn Sîno ji hemû ciwanên Kurd xwest ku piştgiriya hev bikin û her kes berpirsyariya parastina herêm û xaka xwe bi cih bîne.

Serokê êla Teyan Hewas Cidê êrişên li ser herêmê nirxandin û got: “Şerê li Rojava di çarçoveya planeke herêmî û navneteweyî û bi alîkariya Tirkiyeyê çêbû. Gelê Kurd nedixwest li hemberî pêkhateya Ereb şer bike. Di vê pêvajoyê de yekitiya gelê Kurd berî her tiştî ye. Piştî wê gelê Kurd dikarê têkiliya xwe ya bi hemû pêkhateyên herêmê re xurt bike.”

Hewas Cidê di dawiya gotinên xwe de wiha got: "Gelê Kurd û partiyên siyasî yên Kurd di vê pêvajoyê de bi hev re parastina gund, tax û bajarên xwe kirin. Hemû partiyan berjewendiyên xwe yên partiyê dan aliyekî û parastina Rojava kirin. Giştî pêkhateyên herêmê jî divê parastina xwe bikin û hay ji provokasyonan hebin.”

ANHA