Lêkolîner: Tirkiyê û Qeter danûstendinên Rêvberiya Xweser û Şamê asteng dikin

Lêkolînerê Siyasî Dr. Ibrehîm Muslim diyar kir ku destwerdana derve danûstendinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikûmeta veguhêz a Sûriyê de asteng dik û diyar kir ev astengî parçebûna di navbera gelê Sûriyeyê de zêde dike.

Lêkolîner: Tirkiyê û Qeter danûstendinên Rêvberiya Xweser û Şamê asteng dikin
10 îlon, 2025   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Lêkolîner û siyasetmedar Dr. Ibrehîm Muslim da zanîn ku destwerdana derve xeta danûstendinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê asteng dike û got destwerdana herî zêde zirarê dike ji Tirkiyê û Qeterê tê.

Muslim, da diyarkirin ku berjewendiyên herdû dewletan di yek riyê re derbas dibe, ew jî têkbirina ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê ye, naxwazin ev ezmûn bikeve siberoja Sûriyê de.

Danûstendin di navbera nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikûmeta Şamê de, sar bûne. Tevî Peymana 10’ê Adarê hatiye imzekirin û ji gelek aliyan ve wekî derfeta dîrokî ya ji bo çareseriyê hatiye pênasekirin. Zext û destwerdana dewleta Tirk û binpêkirinên li ser erdê têne kirin, pê re israra Şamê astengî li pêşiya pêkanîna xalên peymanê, zêdetir kirine. Ji lewma danûstenên niştimanî di rewşa ne zelaliyê de hatiye hiştin.

Muslim da zanîn ku dewleta Tirk her hewl dide li Sûriyeyê piştgiriya xeta tevgera Ixwan Misliman bike û wiha got: “Ixwan Misliman li dijî pirojeya demokratîk a Sûriyê ne. Qeter jî piştevaniya xeta cîhada islamî dike. Ev xet bi tu awayî fikrê demokratîk qebûl nake.”  

Geşedanên heyî bi zelalî bandora dewleta Tirk û hewldana wê ya têkbirina danûstendinan. Di 8’ê Tebaxê de Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ji nişkê ve serdana Şamê kir. Li wir bi Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed El Şeri û berpirsyarên din re civiya. Di 13’ê Tebaxê de wezîrê parastinê û yê karê derve yê Hikûmeta Veghêz a Sûriyê serdana Enqerê kirin. Piştî van serdanan berpirsênb Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ragihand ew ê beşdarî civîna Parîsê ku dihat payîn di navbera wan û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk bihata nebe. 

Derbarê vê destwerdanê de Lêkolîner û siyasetmedar Dr. Ibrehîm Muslim destnîşan kir ku ev destwerdana Tirkiyê parçebûna li Sûriyeyê zêdetir dike û wiha dom kir: “Ev dibe rewşeke nû ava bike. Xerîteyên nû li Rojhilata Navîn ava dike. Ev tê wateya hîn zêdetir parçebûn pêk were. Ev siyaset dê bandoreke neyînî li ser tevahî civaka Sûriyeyê bike. Wê parçebûnan zêde bike û rê li ber nakokî û şerên nû veke.”

Muslim, li ser riya çareseriyê jî axivî û da zanîn ku danûstendina navxweyî tekane riya çareseriyê ya li ber gelê Sûriyeyê ye. Tevî zehmetiyan û giraniya tevgera wê, lê ji ber serxistina wê pêwistî bi gelek civîn û xebatên hevbeş heye. Divê her kes dûrî kîndariyê û tevliheviyê bikevin. Lihevkirina niştimanî tekane riya qutkirina destwerdana derve ye.”

Di 10’ê adara 2025’an de di navbera QSD’ê û hikûmeta veguhêz a Sûriyê peymanek ji 8 xalan bi armanca rêxistinkirina têkiliyan di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hikûmeta veghêz de, hate imzakirin.

(dc/

ANHA