Wezîrê parastinê yê Fransayê bû serokwezîr

Qesra Elysee'yê ya Fransayê Sebastien Corno ku berê wezîrê parastinê bû, wekî serokwezîr erkdar kir.

Wezîrê parastinê yê Fransayê bû serokwezîr
9 îlon, 2025   22:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Qesra Elysee'yê ya Fransayê Sebastien Corno ku berê wezîrê parastinê bû wekî serokwezîr erkdar kir.

Duh parlamantoya Fransayê bawerî ji hikumeta serokwezîrê berê Francois Bayrou kişandibû.

Elysee'yê ragihand ku Corno ji bo pêkanîna diyalog û şêwirê bi partiyên siyasî re bi armanca lihevkirina li ser biryarên girîng û sazkirina hikumeteke nû, hatiye erkdarkirin.

(mh/şx)