Îran bi IAEF'yê re li hev kir

Îran û IAEA piştî çend mehan ji dûrketinê, gihîştin rêkeftineke nû ya hevkariyê, ev gav ji aliyê Qahîreyê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Hêvî heye ku ev rêkeftin rê li pêşiya ji nû ve destpêkirina danûstandinan der barê bernameya nukleerî ya Îranê de, veke.

Îran bi IAEF'yê re li hev kir
9 îlon, 2025   22:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê ragihand ku ji bo hevkariyê bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA ew gihîştiye çarçoveyek nû). Piştî êrişên Îsraîlê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di Hezîrana borî del I dijî Îranê, danûstandinên bi IAEA`yê rawestiyabûn. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji televîzyona fermî re axivî û ragihand ku rêkeftin piştî hevdîtina li Qahîreyê di navbera Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqcî û Rêveberê Giştî yê IAEA`yê Rafael Grossi de pêk hatiye.

 Beqayî wiha domand; “Îran û IAEA`yê der barê rêbazên danûstandinê de di van şert û mercan de li hev kir.”

Misir ev gav bi erênî nirxand û wek hêviyekê bi nav kir ku dê rê li pêşiya berdewamkirina danûstandinên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê bi sponseriya NY`yê, veke.

(ac/şx)

ANHA