Lêkolîner Meys El Kirêdî: Siweyda bazara li ser xwînê qebûl nake

Lêkolîner Meys El Kirêdî destnîşan kir ku nexşerêya di bin navê çareseriya pirsgirêka Siweydayê de hatiye amadekirin, tenê propagandayek e û got: “Hikûmeta veguhêz tişta ji wê tê xwestin dike. Gelek komkujî pêk anîne. Gelê Siweydayê baweriya xwe bi wê nayîne û lihevkirinên li ser xwîna gelê Suriyeyê qebûl nake.”

Lêkolîner Meys El Kirêdî: Siweyda bazara li ser xwînê qebûl nake
25 îlon, 2025   06:25
GÎVARA ŞÊX NÛR
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê demek beriya niha di bin navê çareseriya pirsgirêka Siweydayê de, “Nexşerêya Çareseriya Aloziya Siweydayê” ragihand. Nexşerê piştî civîna sêalî ya di navbera Wezîrê Karên Derve yê Hikumeta Veguhêz Esed El Şêbanî, Wezîrê Karên Derve yê Urdinê û nûnerê DYA’yê yê Sûriyeyê de ket rojevê. 

Piştî îlankirinê, xelkê Siweydayê diyar kir ku nûnerên wan nexşerê îmze nekiriye, lewma ew qebûl nakin û bi daxwaza mafê diyarkirina qedera xwe, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. 

Der barê vê helwesta şêniyên Siweydayê û neqebûlkirina nexşerêya hikumeta veguhêz de lêkolînera sûriyeyî Meys El Kirêdî ji ajansa me re axivî.

‘HIKÛMETA VEGUHÊZ TIŞTA JI WÊ TÊ XWESTIN DIKE’

Meys El Kirêdî diyar kir ku hikumeta veguhêz di cewherê xwe de ji bo pêkanîna erka ku jê re hatiye diyarkirin ava bûye û wiha dom kir: “Ev desthilatdarî ji bo pêkanîna berjewendiyên hin dewletan hatiye avakirin. Erka wê ji nû ve xêzkirina nexşeyê û parçekirina Sûriyeyê ye. Tişta ji wê tê xwestin dike. Vebijêrka wê ya  erêkirin û redkirinê tune ye. Bi hemû rê û rêbazan li rewabûna xwe digere.”

Lêkolîner Meys El Kirêdî destnîşan kir ku hikûmeta veguhêz ji bo ku rûpela xwe ya terorê veşêre her tişteke ji wê tê xwestin dike û got: “Xwediya biryarê nîn e. Dewleta Tirk ji hemû aliyan ve wê bi rê ve dibe. Tiştên ku hikûmeta Tirkiyeyê û nûnerê Amerîka Tomas Barrack li ser tîfaq çêkiriye, pêk tîne. Diyar e xala wan a sereke parçekirina Sûriyeyê ye. Dema ferman jê re tê dayîn, li ser esasê neqebûlkirina aliyên din, kuştin, tirsandinê tev digere. Komkujî li Perava Sûriyeyê û Siwêdayê pêk anîn. Niha jî gefên pêkanîna komkujiyên din dixwe. Mumkun nîn e ku rûpela xwe ya berê paqij bike.” 

‘NEXŞERÊ TENÊ PROPAGANDA YE’

Meys El Kirêdî bal kişand ku ser xalên di nexşerêya hatiye îlankirin de hatine rêzkirin jî ku tenê ji bo propogandayê ne û diyar kir ku: “Dixwaze biryarên navnetewî bi nexşerêya xwe bidin guhertin. Lewma navê wê kirin ‘nexşerêya Siweyda’. Di encamê de ev nexşerê dibe xeta dewleta ku dixwazin li tevahiya Suriyeyê ava bikin.”

Meys El Kirêdî diyar kir ku ev desthilatdarî nikare çareseriyê peyda bike, lewma nexşerê  jî pêk nayê û got: “Ev yek girêdayî mijarên ewlehî, aloziya herêmî û navnetewî ye. Li gel vê, hikumet xwediya hêza rêxistinî, amadebûn û sazîbûnê nîn e ku karibe xalan pêk bîne. Lê dixwazin di dema dirêj de xwe bikin alternatîfa biryar Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2254’an. Ev hikumet di rewşeke teroristane de tevdigere. Lewma dê bi destwerdanên herêmî yên piralî re rû bi rû bimîne. Ev jî dê bibe xalek windakirinê û domandina aloziya li Sûriyeyê.”

Meys El Kirêdî bibîr xist ku gelê Siweydayê di komkujiyê re hatiye derbaskirin, lewma baweriyê bi hikûmeta veguhêz re nayîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li aliyê din piştgiriya mirovî jî bi awayekî têrker nayê kirin. Lewma ev jî bûye sedemek bê baweriyê. Siweydayê qebûl nekir ku kujer û berpirsyar bê hesapxwestin bimînin. Naxwazin ku ev hikûmet careke din heman tiştan bike. Siweyda darizandina hemû sûcdaran dixwaze. Naxwazin ev êş dubare bibin.”

Lêkolîner Meys El Kirêdî da zanîn ku gelê Siweydayê çareseriyeke mayînde dixwaze û nirxandina xwe wiha bi dawî kir: “Her kesek azad dê ji bilî hesabxwestinê tiştekî qebûl neke. Desthilata heyî sûcdara sereke ya pêkanîna komkujiyan e. Siweyda ji bo parastina xaka Sûriyeyê xwîna giranbuha da. Niha jî lihevkirina li ser xwîna gelê Sûriyeyê qebûl nake.”

(dc/a)

ANHA