'Nameya Rêber Abdullah Ocalan ji bo wekhevî û hezkirinê ye'

Koçberên li kampa Waşûkanî diyar kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan ya ku ji rûspî û şêxên eşîrên Ereban re şandiye banga ji bo wekhevî, aştî û hezkirinê ye.

'Nameya Rêber Abdullah Ocalan ji bo wekhevî û hezkirinê ye'
25 îlon, 2025   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Rêber Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Sûriyeyê re nameyek şand. Di nameyê de Rêber Apo banga wekhevî, hezkirin, xurtkirina xwişk-biratiyê dike. Der barê mijarê de ajansa me nameya Rêber Apo radestî koçberên li kampa Waşûkanî kir.

Têkildarî mijarê Bedîa Oso diyar kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan a ku ji bo şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Sûriyeyê hatiye şandin gelekî girîng e. Rêber Apo di nameyê de banga hevgirtinê, xwişk-biratiyê û yekitiyê dike. Bedîa got: " Têkiliyên Kurd û Ereban ji dîrokê ve têkiliyek li ser biratiyê ye, bi hev re dijîn."

Bedîa destnîşan kir ku desthildariyê di nava civakê de zihniyeta perçekirinê û fitinê belav kiribû û da zanîn ku "Li hember vê parçekirin û fitneyê Rêber Abdullah Ocalan di hemû nameyên xwe de banga jiyana hevbeş û biratiya gelan dike.

Bedîa di dawiyê de anî ziman ku: "Em hemû li ser vê xakê bi hev re dijîn, divê zihniyeta nijadperestî were rakirin. Divê gelên Kurd û Ereb yekrêzî û hevgirtina xwe xurttir bikin. Ji ber ku yekitî hêz e."

Ridwan Nuhî yê ji eşîra Necaran der barê mijarê de diyar kir ku ev name ji bo tevahÎ Sûriyeyê, ji tevahî eşîran re hatiye şandin û got: "Şandina nameyekî wiha di vê wextê de xwedî girîngiyek mezin e û ji bo her kesî ku bi erka xwe rabe bangek e."

Ridwan Nuhî Rêber Abdullah Ocalan di nameyê de behas piştgirîdayîna QSDˊê kiriye û got: "Divê di vê wextê de ji her demê bêhtir em piştgiriyê bidin şervanên xwe yên QSDˊê. Ev name ji bo aştî û hezkirinê bangek e."

Ji eşîra Berkoawnî, Ebdulezîz Nehîmo diyar kir ku nameya Rêber Apo ji bo gelên herêmê xwedî weateyek pir girîng e, nemaze jî di aliyê siyasî de û got: "Dema ku Rêber Apo di nameya xwe de dibêje biratiya gelan û neteweya demokratîk bi vê yekê dixwaze gelên herêmê hevgirtî û xurt bin."

Nehîmo di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku "Bi sedan salan Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û tevahî pêkhate li ser vê xakê bi hev re dijîn û niha bi hev re xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin. Lê hin kesên li berjewendiyên xwe yên şexsî digerin, hewl didin fitneyê derxin. Lê ew hewlên wan wê nikaribin me parçe bikin. Em ê bi hev re bi aştî li ser xaka Sûriyeyê bijîn."

(fr)

ANHA