‘Bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin xwedî hêz û îrade ne’

Jinên name ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin, diyar kir ku daxwaza wan a sereke ew e Rêber Abdullah Ocalan azad be. Jinan destnîşan kir ku bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ew îro azad û xwedî îrade ne.

‘Bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin xwedî hêz û îrade ne’
‘Bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin xwedî hêz û îrade ne’
‘Bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin xwedî hêz û îrade ne’
‘Bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin xwedî hêz û îrade ne’
25 îlon, 2025   05:15
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Kongra Star di çarçoveya hemleya ‘Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” li bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Til Berek, Hol û Şedadê yên kantona Cizîrê çalakî li dar xistin. Hemleyê di 9’ê Îlonê de dest pê kir û di 23’yê Îlonê de bi dawî bû. Di encamê de hezar û 500 name hatin berhevkirin. Dê ev name ji Rêber Abdullah Ocalan re werin şandin. Li ser mijarê hin jinên name şandine ji ajansa me re axivî.

Endama Kongra Star a Hesekê Beyan Xelîl diyar kir ku jin ji bo helwesta xwe nîşan bidin û daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bînin ziman, hatine cem hev. Beyanê da zanîn ku jinên ji hemû pêkhateyan cihên xwe di hemeleyê de girtine û got: “Jinan bi riya nameyên ji Rêbertî re nivîsandine helwesta xwe ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan re anîne ziman. Ji ber ev 26 sal in Rêbertî ji bo tevahî civakê û bi taybet jin azad bibin, azadiya xwe kiriye qurbanî. Em jinên kurd daxwaza me ya yekem û dawî ew e em Rêbertî di nava xwe de bibînin. Me name bi dengên dilê xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî re nivîsandiye.”

Beyan Xelîl di dawiya axaftina xwe de aşkere kir ku wê di nameya xwe de bal kişandiye ser rola Rêber Abdullah Ocalan daye jinan û gavên mezin ên jinên xwe sipartine felsefeya wî avêtine, her wiha çawa jin dixwazin wî azad bibînin.

Endama Kongra Star a Hesekê Hediya Mihemed jî li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Em ê tekoşîna xwe ranewestînin, heta em Rêbertî di aliyê fîzîkî de di nava xwe de bibînin. Her çendî Rêbertî di nava çar dîwaran de girtiye, lê ew bi fikirê xwe azad e. Ji bo azadiya wî tişta ji destê me pêk were, em ê bikin. Rêbetî mafê me bi cih kir. Ev deyne di hustê me de ye.”

Endama Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê Fatma Keleş li ser mijarê wiha axivî: “Em jin deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in. Ew ji bo azadiya me têdikoşe. Nameyên em jê re dişînin, beşek ji daxwaza me ya azadiya wî ya fîzîkî ye.”

Fatma Keleş, her wiha da diyarkirin ku ew dixwazin Rêber Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin û got: “Ji ber fikrê Rêbertî di dil û mejiyê me de ye. Rêbertî ji bo azadiya jinan tekoşîn da meşandin. Ev rê ji m re ronî kir. Ji ber wê em ê heta azadiya wî pêk were, tekoşîna xwe li meydanan bidomînin.”

Fatma Keleş di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûne xwedî hêz û îrade û wiha got: “Destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine, bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in. Lewma erka me ye em têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî di hemû qadan de bidomînin.”

(dc)

ANHA