Lehiyê li kampeke koçberan da

Li kampa Xirbet El Coz ya gundewarê Idlibê ji ber lehiyê gelek konên koçberan bin av bûn û bi dehan malbatên bê war man.

Lehiyê li kampeke koçberan da
7 sibat, 2026   19:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarê Idlibê lehî rabû, di encamê de li kampa Xirbet El Coza gelek konên koçberan bin av bûn.

Ji dîmenên ku hatine parvekirin, zerarên mezin li konan û milkên koçberan bûne. Gelek malbat jî neçar man kon vala bikin û li cihên guncaw bigerin.

(ac/bb)