Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 

Zêdetirî 30 cureyên lawiran ên li hewşa malekê di qefesên teng de tên girtin, di nava şertên ne guncav û germahiya dijwar de bangî wijdana mirovan dikin. Xwediyê sewalan û saziyên eleqedar jî hevûdin tawanbar dikin.

Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
Lawir di şertên nebaş de ne, sazî jî bê agahî ne 
7 îlon, 2025   06:05
QAMIŞLO
BÊRÎTAN ÎRLAN

Li dewara Sîvan a li naverasta bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hewşa malekê ku bi lawirên di qefesan de hatiye dagirtin, balê dikişîne.  

Welatiyê bi navê Nûbar Xidir, ev hewş di bin navê “bexçeyê lawiran” de amade kiriye. Li gorî gotina wî, hewş di 1’ê Mijdara 2023’yan de bi kirê girtiye û qaşo wekî baxçe bikar tîne. Lê qasî tê dîtin tu pîvanên danezanên mafên lawiran ên navnetewî û baxçeyên lawiran li ber çavan nehatine girtin.

Di hewşê de 30 cûreyên lawiran ên weke şêr, gur, rovî, pişîk, kuçik, hesp, bizin, xezal, pezkovî, mar, meymûn, kêvroşk, filamîngo, teyrên tawûs, werdek, teyr, hêştirme, hemstir hene.  

DI QEFESÊN TENG Û ŞERTÊN NEBAŞ DE

Dema mirov dikeve hewşê, bi dîmenek nexweş re rû bi rû dimîne. Lawirên ku di qefesên teng de hatine bicîhkirin, di şertên nebaş û germahiya zêde de dilê mirov di êşînin. Taybet jî rewşa şêr, rovî, gur, pişîk, mar, filamîngo, xezal, pezkoviyan, kuçikan nebaş e.

BI RÊYÊN FERMÎ ANÎNE LÊ…

Nûbar Xidir diyar kir ku ew lawiran ji Başûrê Kurdistanê tîne û di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Li gorî Nûbar lawir di rê de demek dirêj dimînin, lewma bi bandora rewşa hewayê jî, nexweş dikevin. Dema lawir ji sînor derbas kirine, di navbera 600-1000 dolarî de gumrik daye. Lê piştî derbasî herêmê hatine kirin, tu pîvanên din ên ji bo lawiran nehatine bicîhanîn.

TENDURISTIYA LAWIRAN Û ŞERTÊN WAN

Nûbar, hewş li gorî xwe wekî baxçe çêkiriye, lê tu dîmenek wisa nîn e û ji ziyareta mirovan re vekiriye. Li gorî ew dibêje salane 35 hezar dolar li kirê, elektirîk, xwarin, destheqê 5 karmendên li hewşê bi lawiran re mijul dibin, wesayîtan xerç dike. Ji kesekî ku hewşê ziyaret dike jî 5 hezar Lîreyê Sûriyeyê digire. Nubar dibêje ku rojane nêzî 200 kes tên ziyaretê.

Nûbar dibêje ku ew rojê sê caran xwarinê didin lawiran, dema cihê wan qirêj dibe jî bi avê paqij dikin. Di demên nexweşiyan de jî gazî beytar dikin.

Beytarê bi navê Cabir Osman ku lawiran dinêre, diyar kir ku dema lawir nexweş dikevin, xwediyê baxçe gazî wî dike û ew jî diçe li lawiran dinêre. Lê ji bo lawiran raporên tenduristiyê nehatine amadekirin. Her wiha li hewşê tenê beton û qefes hene.

ALÎKARIYÊ DIXWAZE LÊ…

Xwediyê hewşê Nûbar Xidir, li ser pirsa me ya çima cihekî guncav nehatiye çêkirin, diyar kir ku hêza wî têrî nake û xwest ku şaredarî û saziyên eleqedar alîkariya wî bikin. Nubar jî dizane ku cihê lawiran ne guncav û dibêje ku her roj gelek kes wî rexne dikin, lê bi gotinên wekî, “Ez zêde nikarim guhertinê di hewşê de çêbikin. Ji ber peymana me ya kirêkirinê li ser salekê ye, dibe ku sibe xwediyê hewşê min ji vir derxîne”  hinceta xwe vedibêje.

Li ser vê bersivê me pirs kir ka serî li saziyekê daye yan na. Li gorî Nûbar serî li Şaredariya Qamişlo daye, lê tu agahiyên zelal nedan. Her wiha ruxset jî wernegirtiye.

SAZIYAN ÇI GOTIN?

Piştî hevdîtina Nûbar re me mijar ji Beşa Rûxsetan a Şaredariya Qamişlo pirs kir. Lê rayedaran diyar kirin ku ruxseta hewşê nehatiye girtin û haya wan jî bi hewşek wiha tune ye. Rayedaran gotin ku ew ê li ser mijarê bisekinin, lê ew tenê dikarin bi mijara ruxsetê re mijul bibin û divê beşa ekolojiyê bi mijarên din re eleqedar bibe. 

Têkildarî mafên lawiran û tenduristiya wan me xwest nêrîna beşên ekolojî û tenduristiyê yên Şaredariya Qamişloyê bigirin. Lê agahiya wan jî bi baxçe nebûye û bi hinceta, “Xwediyê baxçe serlêdana me nekiriye, projeya xwe bi me re parve nekiriye” berpirsyarî ji ser xwe avêtin û wekî navnîşan Rêveberiya Sewaldariya Kantona Cizîrê nîşan da.

Rêveberiya Sewaldariyê jî gotin ku ew tenê bi lawirên kedîkirî re eleqeder dibin.

DESTEYA JÎNGEHÊ: EMÊ BIŞOPÎNIN

Derbarê mijarê de me serî li agahiyên Hevserokê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Îbrahîm Eshed jî da. Îbrahîm Eshed got:  “Nivîsgeha me ya şopandina biyolojîk û jîngehê dê rewşa lawiran bişopîne û raporekî li gorî rewşa wan amade bike. Emê li gorî wê rewşa lawiran binirxînin û encaman parve bikin”.

DANEZANA PARASTINA MAFÊ LAWIRAN

Di sala 1978’an de li paytexta Fransa Parîsê Danezana Mafê Lawiran a Gerdûnî hat îlankirin. Di vê danezanê de standartên bingehîn ên ji bo mafê lawirên di baxçeyên lawiran de hatin diyarkirin.

Li gorî danezanê “Pêwîste rêz ji jiyana lawiran re bê girtin, xwedî mafê jiyanê ye, kes nikare nebaş nêzî lawiran bibe, mafê lawirên dirinde heye ku di cihê xwe yê xwezayî de bijî û zêde bibe, nabe ku lawir ji azadiya wan bên mehrumkirin”. 

ANHA