Îsraîlê kete herêmeke din a Sûriyeyê

Hêzên Îsraîlê ketin herêmeke din a gundewarê Qunaytîrayê ku wesayîtên wê yên leşkerî li ser rêya di navbera gundê Berîqa û Bîr Ecem de tevgerîn.

Îsraîlê kete herêmeke din a Sûriyeyê
6 îlon, 2025   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Karwanekî leşkerî yê din ê Îsraîlê ku ji 4 erebeyan û panzêran pêk tê, bi rêya di navbera gundê Berîqa û Bîr Ecem de yê navîna gundewarê Qunaytîrayê kete herêmeke din a Sûriyeyê. Hemwextî wê balafirên keşfê li asîmanê herêmê digerîn.

Duh 3 wesayîtên leşkerî yên artêşa Îsraîlê ji bajarokê Xan Ernebe ber bi rêya di navbera Xan Ernebe û Ewfniya de ketin gundê Ewniyat û berê xwe dan gundê Huriye yê Qunaytîrayê.

Tebaxê jî artêşa Îsraîlê 25 caran keta nava axa Sûriyeyê û 15 bendên kontrolê yên demkî danîn. 6 kes girtin û bi ser 10 malan de girtin, 2 mal ruxandin û 4 caran êrişên hewayî li dijî herêmê kir ku di encamê de 6 leşker û sivîlek hatin kuştin. Lê heta niha Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê dengê xwe nekiriye.