Fûad El Qetrib: Azadiya fîzîkî ya Rêber erk û pêwîstiyeke dîrokî ye

Profesor Fûad El Qetrib diyar kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erk û pêwîstiyeke dîrokî ye.

Fûad El Qetrib: Azadiya fîzîkî ya Rêber erk û pêwîstiyeke dîrokî ye
7 îlon, 2025   03:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek kesayetên Sûriyeyî ji hundir û derveyî welêt tevlî kampanyaya di 5ê hezîranê de Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP), bi navê ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ bûn, û daxwaza xwe ya hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan, anîn ziman. Yek ji wan kesan profesorê zanîngehê Dr. Fûad El Qetrib e, ku piştgiriya xwe ji bo ramana Rêber Abdullah Ocalan û projeya wî ya rizgariyê anî ziman. 

Fûad El Qetrîb yek ji kesayetên akademîsyen e ku raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kiriye, û wî pêşgotina paraznameya Rêber Abdullah Ocalan (Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk) bi zimanê Erebî nivîsandiye.

El Qetrîb diyar kir ku wî "Ramana nû ya Rêber Abdullah Ocalan di destpêka şoreşa Sûriyeyê de na kiriye. El Qetrîb destnîşan kir ku stûnên herî berbiçav ên vê ramanê avakirina civakek siyasî ya exlaqî û dadperwer, ji nû ve pênasekirina têkiliya di navbera civak û dewletê de, û xurtkirina têgeha neteweya demokratîk in, her weha pirsgirêkên jinan, mafên Kurdan li Rojhilata Navîn, projeya konfederalîzma nû ya Rojhilata Navîn, girêdana bi jîngehê û pejirandina aboriyek hebeş jî dihwîne. "

El Qetrîb Rêber Abdullah Ocalan wekî nûnerê modelek ramyarî, felsefî û têkoşînê bi na dike, ku ew raman û felsefe bi qasî  ya ramanwerên mezin ên wekî Marks, Lenîn û Mandela bi bandor e. El Qetrîb destnîşan kir ku ramana wî teoriyek berfireh e ku bi Marksîzm, Lenînîzm û Maoîzmê re tê berhev kirin, ji ber vê yekê ew vê felsefeyê weke "Ocalanîzm" bi nav dike.

El Qetrib wiha dewam kir "di rewş heyî de ku li herêmên pevçûnên bixwîn yên olî, mezhebî û neteweperestî rû didin, projeya Ocalanîst çareseriya herî bibandor e ji bo çareserkirina aloziyên herêmê."

Fûad El Qetrib diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê mafek xwezayî ye ji bo wî û hemî girtiyên siyasî yên li Rojhilata Navîn, lê belê "erk û pêwîstiyek dîrokî" ye.

El Qetrîb peyamek ji hikûmeta Tirkiyeyê re şand û got: "Azadkirin û lêborîna ji Ocalan dê ji bo Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê nîmeteke mezin be," di heman demê de girtina wî "dê bibe lanet li ser Tirkiyeyê û hêzên ku tevlî komployê bûne."

Fûad El Qetrib da zanîn ku ew li ser platformên xwe yên kesane û li ser malperên nûçeyan û çandî der barê Rêber Abdullah Ocalan û îdeolojiya wî dinivîse.

(k)

ANHA