‛Rêber Apo garantiya çanda aştiyê temsîl dike’

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Helebê meşeke meşaleyî li dar xist, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û piştgirî da banga "Aştî û Civaka Demokratîk".

20 gulan, 2025   23:12
HELEB

Meşa meşaleyî bi dirûşma "PKK dawiya şer û destpêka serdema demokrasiyê ye" ji çerxerêya Zeytûn a taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê dest pê kir û li nav kolanên taxê geriya. Bi dehan ciwan û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li meşê bûn.

Beşdaran wêneyên Rêber Apo, wêneyên fermandarên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn û alên tevgerê hildan.

Meş li qada taxê rawestiya û li wir peyam bi zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin. Di peyaman de bal li ser rola Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hat kişandin û soza domandina têkoşînê û pêkanîna aştî û demokrasiyê hat dubarekirin.

Hevseroka Meclisa Ciwanan Zeyneb Ebdo got banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêber Apo mifteya têgihîştina guhartinên siyasî li herêmê ye.

Endamê Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehemd Mihemed jî got ku Rêber Abdullah Ocalan garantiya çanda aştiyê, mafên jinan û avakirina civakeke azad temsîl dike.

(mh/fr)

ANHA