2 gundên Siwêdayê hatin topbarankirin

Hêzên hikumeta veguhêz ji nuqteyên xwe yên li gundê Mezarayê, êriş birin ser du gundên Siwêdayê.

2 gundên Siwêdayê hatin topbarankirin
19 tebax, 2025   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta veguhêz îro gundên Mecdel û Erîqa yê rojavayê Siwêdayê topbaran kirin.

Li gorî şêniyan, hêzên hikumeta veguhêz ji nuqteyên xwe yên li gundên Mezrayê her du gundên navborî bi RPG’ê dan ber topan. Der barê zerarên topbaranê de agahî bi dest neketin.

Duh jî hêzên hikumeta veguhêz ku agirbest binpê kirin, gundên Semîd û Xersayê bi dijwarî topbaran kirin. Êvara 17’ê Tebaxê jî hêzên hikumetê ji nuqteyên xwe yên gundê Dama yê bakurê rojavayê bajar, malên xelkên gundên Erîqa û Xersa yê rojavayê bajar topbaran kirin

(bb)