’Kurd ji bo parastina Rojava û mafên xwe yên destûrî bûn yek’

Endama Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Amûdê diyar kir ku Kurd li çar aliên Kurdistanê ji bo parastina destkeftiyên Rojava bûne yek. Her wiha da zanîn ku berxwedana wan a berdewam û îradeya wan a bênavber rêya bidestxistina mafên wan ên rewa ye.

’Kurd ji bo parastina Rojava û mafên xwe yên destûrî bûn yek’
12 sibat, 2026   09:58
QAMIŞLO

Endama Yekitiya Rewşenbîran a  bajarê Amûdê Civîn Hebîb diyar kir ku li dijî gelê Kurd planeke sîstematîk tê meşandin ku nasnameya wan ji holê rake û got: "Ev planeke navneteweyî bû, ji ber ku hin hêz û rêxistinên navneteweyî xwestin hebûna wan bi tevahî ji holê rakin."

Civîn Hebîb da zanîn ku ev kiryarên dijminane îradeya Kurdan neşikandin, berevajî vê, ew bû hêzek ji bo yekbûna kurdan li çar beşên Kurdistanê û diyar kir ku Rojava bûye sembola azadiyê û mifteya vejîna Kurdistanê.

Civîn Hebîb destnîşan kir ku yekitiya Kurdan bandorek kûr li hemû astên têkoşînê kiriye û bûye garantiya domandina jiyana gelê Kurd û parastina herêmê.

Civîn diyar kir ku rizgarkirina herêmên dagirkirî jî divê bi pêvajoyek qanûnî û danûstandinên rewa pêk were, her wiha divê yekîtiya neteweyî ya Kurd û hebûna wê ya siyasî û civakî ya bihêz were parastin.

Civîn da zanîn ku dengê yekitiya Kurdan gihîştiye tevahiya cîhanê, bûye sembola yekitiyê di bin yek al, yek ziman û yek sîwana Kurdî de.

Civîn her wiha destnîşan kir ku her hewldanek ji bo tunekirina Kurdan li beşekî Kurdistanê tê wateya hewldanatunekirina kurdan li hemû beşên din û got, serhildanên ku ji hêla Kurdan ve li deverên cûda yên Kurdistanê ji bo parastina Rojava hatine kirin, bûne bingehek xurt ji bo avakirina siberoja gelê Kurd û bingehek ji bo bidestxistina mafên wan ên rewa.

Civîn Hebîb banga berdewamiya têkoşîna gelê Kurd û bilindkirina berxwedanê di hemû warên siyasî, civakî û çandî de kir, da ku jiyanek azad û bi rûmet ji bo hemû Kurdan di çarçoveya destûra Sûriyeyê de were were misogerkirin.

(k)