Fîlozof Renault piştgirî da pêvajoyê

Fîlozofê Marksîst ê fransî Matthieu Renault bi peyamekê piştgirî da Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Banga xwefesixkirinê ya Abdullah Ocalan ji bo PKK’ê  ji hêla siyasî û aştiyane ve gavekî pir wêrek e.”

Fîlozof Renault piştgirî da pêvajoyê
12 sibat, 2026   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Fîlozofê Marksîst ê Fransî Matthieu Renault, têkildarî Banga 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan peyamek şand û got: “Banga xwefesixkirinê ya Abdullah Ocalan ji bo PKK’ê kir, ji hêla siyasî û aştiyane ve gavekî pir wêrek e.” 

 Renault, bi rêya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ev peyam şand: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, nîşaneya hewldana çareserkirina pevçûnên di navbera Tirkiye û gelê Kurd de ku encama wê ya insanî û siyasî her ku diçe girantir dibe ye.

Meseleya Kurd, bi dehan sala ye ne tenê bandorê li herêmê dike. Her wiha têkoşînên azadbûn û maf ên bandoreke di asta kûrewî dike jî tîne cem hev. Banga xwefesixkirinê ya Abdullah Ocalan ji bo PKK’ê  ji hêla siyasî û aştiyane ve gavekî pir wêrek e.Piştgirîdayîna vê pêvajoyê, pêwîstiyeke herêmî ye û ji bo me tevan, peyameke ji bo cîhanê piştrast dike: Pêkvejiyana gelan pêkan e û jiyanî ye.”